Ava Gola Urmiyeyê zêde dibe!
Ava Gola Urmiyeyê zêde dibe!
Ava Gola Urmiyeyê zêde dibe!
Hate ragihandin ku ava Gola Urmiyeyê ya ku bi tunebûnê re rû bi rû maye, zêde dibe.
Ji Navenda Lêkolîna Navê ya Parêzgeha Urmiyeyê Mehreng Dostîrizayi ji ajansa nûçeyan a Îsnayê re axivî û diyar kir ku ji ber berf û barana zêde ava gola Urmiyeyê zêde bûye û got ku 40 cm ava golê zêde bûye.
Li gorî hin çavkaniyan ji sedî 80’yê gola Urmiyeyê zuha bûye. Her çendî gelek xwepêşandan ji bo golê hatin kirin, lê heta niha tu xebateke cidî ya rejîma Îranê ji bo rizgarkirina golê nehatiye dîtin. Parlementerê Urmiyeyê yê Parlementoya Îranê Nadir Qazîpûr di meha çileyê de daxuyaniyek da malpera fermî ya Meclîsa Îranê û bal kişand ser zûhabûna Gola Urmiyeyê.
Ji ber tofana xwê ya ji xwêya ku ji ber golê maye radibe, bax û zeviyên gundên derdorê wêran dibe û ev yek jî dibe sedema koçberiya gundên derdora golê. Parlementer Qazîpûr diyar kir ku heta niha zêdetirê 50 gundên derdora Gola Urmiyeyê hatine valakirin û ji bo veguhestina gelê li derdora golê pêwîstî bi 25 hezar milyar tumenî (pereyê Îranê) heye.
GOL TUNE DIBE
Nadir Qazîpûr da zanîn ku ger ev xemsariya dewleta Îranê ya li hemberî Gola Urmiyeyê berdewam bike, dê ziyaneke mezin bide derdora xwe û êdî bi milyonan dolar jî têra vê ziyanê nakin. Qazîpûr got: “Ji ber xemsariya rayedar û derdorên peywendîdar rêjeya zûhabûna Gola Urmiyeyê her ku diçe zêdetir dibe. Her ku diçe ava golê kêmtir dibe. Di demeke kurt de ev gol dê tune bibe. Ev yek jî rê li ber bahoza xwê ya li herêmê vedike.” Bi vî awayî Gola Urmiyeyê dê tenê li ser nexşeyên dîrokê bimîne.
DUWEMÎN GOLA CÎHANÊ YA XWÊ
Gola Urmiyeyê piştî gola Great Salt Lake (Gola Xwê ya Mezin) a li Amerîkayê, duwemîn gola herî mezin a xwê ya cîhanê ye. Lê her roja ku diçe ji ber çavan wenda dibe. Ger ev yek berdewam dike, dê di nava çend salan de navê wê ji nava lîsta golên cîhanê derbikeve û bibe parçeyek ji bejahiyê.
Rupîvana Gola Urmiyeyê 5 hezar û 200 km2 ye. Gol ji bakûr ber bi başur 135 km û ji rojhilat bi ber rojava jî 18 heta 55 km dirêj e. Cihê herî kûr a golê 16 metre ye. Ev zêdetirê 10 salane rayedar û hawirdorparêzên herêmê balê dikişînin ser rewşa krîtîk a golê. Ev zêdetirê 15-17 sal in asta golê dadikeve û ava wê kêm dibe.
YEK JI MEZINTIRÎN ÇAVKANIYÊN MÎNERALA CÎHANÊ YE
Bi sedan giravên Gola Urmiyeyê hene. UNESCO’yê di sala 1976’ê de golê xist nava kategoriya biyosefer. Bedewiya golê li aliyekê, di golê de nêzî 8 milyar mînteranlên cûda hene û bi vî awayî yek ji mezintirîn çavkaniyên mîneralan a cîhanê ye