Asya Ebdûllah: Divê gelê me hemû derfetên xwe seferber bikin
Asya Ebdûllah: Divê gelê me hemû derfetên xwe seferber bikin
Asya Ebdûllah: Divê gelê me hemû derfetên xwe seferber bikin
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah diyar kir ku rêxistina hov DAIŞ bi taybetî di nava du rojên dawî de bi çekên giran êrîşî Kobanê dike û destnîşan kir ku herêm bi xeteriya komkujiyê re rû bi rû ye. Ebdûllah bang li gelê kurd kir ku li dijî gefa komkujiyê ya li Kobanê, hemû defetên di destê xwe de seferber bike.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah ji MED NÛÇE re axivî û der barê rewşa li Kobanê de daxuyanî da û bang kir.
Ebdûllah got, "Di nava du rojên dawî de êrîşên dijwar tên kirin. Teknîkek mezin tê bikaranîn. Bi hêz û teknîka xwe ya ji Reqa û Helebê êrîş dikin. Bi taybetî di nava du rojên dawî de bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin. Danê sibê, çekên gelekî giran kişandin nava hin taxên bajêr."
Ebdûllah diyar kir ku niha li hin taxan şerekî giran tê jiyîn û anî ziman ku li derdora Kobanê û li ser xeta sînor hejmareke zêde sivîl hene û got, "Ev sivîl jî bi gefa komkujiyê re rû bi rû ne."
Ebdûllah got, "Berxwedan bênavber dewam dike. Divê tevahiya raya giştî û gelê me û hemû hêzên Kurdistanî bizanibe ku êrîş hatiye radeya komkujiyê."
Ebdûllah bang li hemû Kurdên li Kurdistan û derveyî welat kir ku bikevin nava tevgerê û nerazîbûn nîşanî koalîsyona li hemberî DAIŞ'ê hatiye avakirin. Ebdûllah got, "Eger koalîsyon naxwaze komkujiyek rû bide, hingî ev bêdengî ji bo çi ye? Çima dest lê wernadin?"
Ebdûllah da xuyakirin ku gelê Kurd xwedî hêzeke mezin e û got, "Divê gelê me ji bo gelê me yê li Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye, hemû derfetên xwe seferber bike. Divê gelê me bikeve nava seferberiyê û ji civaka navneteweyî bixwaze ku helwestê nîşan bide."