Asûrî: Divê gel li hemberî DAIŞ têkoşîna hevbeş bimeşînin

Asûrî: Divê gel li hemberî DAIŞ têkoşîna hevbeş bimeşînin

Sewe Uşana Îde û Sîmon Polî yên ji bo piştgiriya bi Kobanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de ye hatin Pirsûsê, diyar kirin li hemberî tiştên li Kobanê rû didin bêdeng mayîn ne mimkun e. Îde û Polî gotin divê li hemberî DAIŞ gel têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li ser Kobanê ku didomin, ji gelek netewe û baweriyan komên sazî û kes ji bo tiştên li Kobanê rû didin bişopînin û ji civaka xwe re ragihînin ber bi xeta sînor diherikin.

Ji Komeleya Piştgiriya Asrûrî Sûryanî Keldanî Aramiyan Sewe Uşana Îde û Sîmon Polî ên Asûrî diyar kirin li hemberî tiştên li Kobanê rû didin bêdeng mayîn ne mimkun e û ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re hatine Pirsûsê.

‘DIVÊ HER KES TIŞTA JI DESTÊ WAN TÊ BIKIN’

Îde diyar kir wê xeta sînor bişopînin û raporek amade bikin û wiha got: “Sazî û rêxistinên me li YE û DYA hene. Senator û parlamenterên me hene. Komkujiya li vir hemberî gelan tê kirin em ê ji wan re ragihînin. Her kesê ji xwe re dibêje însan im, divê ji bo piştgiriyê bê vir. Ji bo vê jî çi pêwîst bike em ê bikin.”