Aslan ê PKK’yî hat defnkirin
Aslan ê PKK’yî hat defnkirin
Aslan ê PKK’yî hat defnkirin
Cenazeyê endamê PKK'ê Ahmet Aslan (Brûsk) ku li Girtîgeha Tipa H a Erziromê bi boneya helwesta AKP'ê şermezar bike û piştgiriyê bide Kobaniyê, çalakî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, li Navçeya Bazîda Agiriyê hat definkirin.
Girtiyê PKK'ê Ahmet Aslan ku li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girti bû, bi boneya helwesta AKP'ê şermezar bike û piştgiriyê bide berxwedana Kobanê çalakî pêk anî. Malbata Endamê PKK'ê Ahmet Aslan (Brusk) pişti çalakiyê cenazeyê Aslan wergirtin û anîn Bazidê. Cenaze li terqarê ya Wan û Çardêranê bi girseyi hat pêşwazîkirin. Esnafên navçeya Bazîdê ji bo cenaze îro neçûn kar û cenaze pêşwazî kirin. Girseya ku li Parka Ehmedê Xanî kom bûn, bi meşê cenaze wergirtin û birin Goristana Navçeyê ya Bazîdê. Di meşê de Parlamenterê HDP'ê Halîl Aksoy, DBP, HDP, KCD, hevşaredar û hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Girseyê di meşê de wêneyên Aslan alên HPG'ê vekir û dirûşmayên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê", "Lêxin gerîla lêxin, Kurdistanê ava bikin" gotin.
Pişti wecîbeyên olî cenazeyê Aslan bi girseyî spartin axê. Piştî rezgirtinê Nûnerê TUHAYD-DER'ê yê Bazidê Mehmet Bozkurt, ani ziman ku Aslan bi vîna xwe ya azad çalakî pêk anîye.
Parlamenterê Agiriyê yê HDP'ê Halîl Aksoy jî anî ziman ku di demên wisa de wateya gotinê namîne û wiha got: "Rêheval Brûsk di dîroka Kurdistane de çiqas çalakî pek hatine hemû fêm kirine û ve çalakî pêk anîne.
Piştî axaftinan girse ji ser goristanê belav bû.