Asayîşa Rojava bangawaziya hişyariyê kir
Asayîşa Rojava bangawaziya hişyariyê kir
Asayîşa Rojava bangawaziya hişyariyê kir
Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bang li gelê Rojava kir ku li dijî êrîşên komên çete yên Îslamî bi hişyarî tevbigerin û alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Asayîşê bang li ciwanên Rojava jî kir ku di parastina ewlekariya herêmê de cihê xwe bigirin.
Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojavavayê Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, ji destpêka şoreşa li Sûriyeyê ve Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşên hovane yên bi awayekî plankirî tê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşkarên hewl didin îradeyê gelê herêmê têxin bin kontrola xwe, rastî berxwedana hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Asayîşê hatine û di encamê de planên wan vala hatine derxistin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, piştî êrîşên plangeran vala hatine derxistin, li dijî destketiyên gelê Kurd û îradeya wan a azad komên çete hatine bikaranîn û şerekî berfireh li Çelaxa, Girê Spî û Serêkaniyê hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, plan û êrîşên komên çete û hêzên li pişt wan bi berxwedana hêzên YPG’ê û Asayîşê vala hatine derxistin, lê li hemberî vê yekê komên çete ku piştgiriyê ji hinek hêzên herêmê digirin, serî li rêbazên dij-miroviyê dane.
Di daxuyaniyê de bang li hemû gelê Rojava hate kirin ku, ji bo ewlekariya herêmê bi hemû îmkanên xwe tevbigerin û bi hişyarî alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Di daxuyaniyê ev tişt hatin gotin: “Em ji gelê xwe re dibêjin ku em ê heta dawî herêmê biparêzin û bi YPG’ê re di nava hevkariyê de bin da ku komên çete nikaribin ewlekariya herêmê binpê bikin. Banga me ji bo hemû gelê me ew e ku bi hişyarî tevbigerin û alîkariya hêzên Asayîşê bikin. Em bang li ciwanan jî dikin ku tevlî Asayîşê bibin û di parastina ewlekariya herêmê de cihê xwe bigirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gelê Rojava ya li dijî êrîşên herêmên Rojava hate silavkirin.