Artêşa Tirk qûleyên li ser sînor vala kir!
Artêşa Tirk qûleyên li ser sînor vala kir!
Artêşa Tirk qûleyên li ser sînor vala kir!
Tê gotin, piştî ku hêzên YPG'ê êrîşkarên El Qaîdeyê ji Serêkaniyê derxist û kontrola bajêr xist destê xwe, artêşa Tirk qûleyên nobedê yên li ser sînor vala kiriye.
Li gorî vê îdîayê, qûleyên nobedê yên li ser sînorê navçeyên Serêkaniyê, Kaniya Xezalan û Pirsûsê yên Rihayê, ji bo demekê vala kiriye. Ji niha û pê ve leşkerên Tirk wê li van qûleyan nobedê negirin, di şûna wê de nobedê di hundurê maşînên zirxî yên bi navê "akrep" de bi piştgiriya helîkopterên kobra bigirin.
Hat ragihandin, ku ferman hatiye dayîn yekîneyên leşkerî yên li ser sînor, cebilxaneyên xwe di ber çavan re derbas bikin û kêmasî hebe, bi raporê ragihînin. Tê gotin, di vê çarçooveyê de kamerayên termal, dûrbînên bi şev dibînin, radyoyên ragihandinê û radar ji nû ve tên kontrolkirin.
Li Serêkaniyê, roja 16'ê Tîrmehê El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê dest bi êrîşê kiribû û li ser vê yekê bi bersivdayîna YPG'ê re pevçûnan destpê kiribû. YPG'ê di demeke kin de El Nûsra û hemû komên çekdar ên ser bi El Qaîdeyê ji bajêr qewirand û di 19'ê Tîrmehê de kontrola bajêr bi temamî xist destê xwe.
Di dema pevçûnan de ji ber gulereşandina çekdarên El Nûsra, li Serêkaniya ser xetê ciwanekî jiyana xwe ji dest dabû û 5 kes birîndar bûbûn. Artêşa Tirk jî di dema pevçûnan de bi topan êrîşî mewziyên YPG'ê kiribû û piştgirî dabû çekdarên El Nûsra.