Artêşa Tirk li Botanê kemînan datîne û Zapê jî topbaran dike
Artêşa Tirk li Botanê kemînan datîne û Zapê jî topbaran dike
Artêşa Tirk li Botanê kemînan datîne û Zapê jî topbaran dike
HPG’ê da xuyakirin ku artêşa Tirk li Botanê li hemberî gerîlayan kemînan datîne û Herêma Parastina Medya jî topbaran dike.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê, destnîşan kir ku artêşa Tirk li qadên Gabar û Çiyayê Reş li hemberî gerîlayan kemînan datîne û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî topbaran dike.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got, “Yekîneyên artêşa dagirker a Tirk ji 21’ê Tîrmehê ve di tevahiya 3 rojan de li qadên Gabar û Çiyayê Reş ên girêdayî Şirnexê kemînan datîne.”
Di daxuyaniyê de her wiha ev tê gotin, “Dîsa artêşa Tirk di navbera 23’ê Tîrmehê saet 12.00’an û 13.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medya, girêdayî qada me ya Zapê li hemberî Girê Ewlekariyê û derdora wê bi hawan û obusan hatiye bombebarankirin.”