Artêşa Tirk keşf zêde kirin

Artêşa Tirk keşf zêde kirin

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) diyar kir ku balafirên şer ên aîdî artêş Tirk 14’ê Cotmehê danê sibehê saet ji 06.30 û heta 16:00’an li Herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. NÇR HPG her wiha da xuyakirin ku balafirên bêmirov ên aîdî arteşa Tirk bi awayekî zêde keşfan dikin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku balafirên şer ên aîdî artêşa Tirk 14’ê Cotmehê ji danê sibehê saet, 06:30 heta 16:00’an li ser herêma Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya geriyane. NÇR-HPG her wiha destnîşan kir ku heman rojê saet di navbera 22.00 û 22.30’î de balafirên bêmirov jî li ser herêmê geriyane.  NÇR-HPG got, “15’ê Cotmehê îro bi şev saet ji 01:00 heta 04:00  balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a Dagirker li ser herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya keşfên zêde dikin.

LI AMEDÊ KEŞF ZÊDE BÛN

NÇR HPG’ê diyar kir 2 rojên dawî li herêma Şehîd Kawa ya girêdayî herêma Şehîd Kendal a navçeya Licê ya Amedê balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk keşf pêk anîne.

NÇR HPG’ê da xuyakirin ku herêmeke din a keşf lê tê kirin jî herêma Glîdag a girêdayî Bazida Agirî ye û ev xisûs destnîşan kir, “14’ê Cotmehê saet di navbera  11:00 û 12:00’an de li herêma Glîdag a girêdayî Bazid a Agirî balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker bi awayekî zêde keşfan pêk tînin. Dîsa saet di navbera 14:00 û 15:00’an de dema balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Tirk a dagirker digeriyan, gerîlayên me bi çekên giran gulebaran kirine û balafirên keşfê ji herêmê dûr ketine."