Artêşa Tirk gule li mewziyên YPG'ê reşand

Artêşa Tirk gule li mewziyên YPG'ê reşand

Li dû çeteyên El Nûsra, artêşa Tirk bi çekên giran û topên hewanê êrîş bir ser mewziyên YPG'ê. Serokatiya Fermandariya Artêş Tirk da xuyakirin ku YPG'ê kontrola bajarê Serêkaniyê xistiye destê xwe û li xwe mikur hat ku wan bi çekên giran û topên hewanê êrîşî mewziyên YPG'ê kirine. 

Piştî şerê dijwar ê bi êrîşa çeteyên El Nûsra destpê kir û bi bersivdayîna YPG'ê dewam kir, kontrola bajarê Serêkaniyê bi temamî ket destê YPG'ê. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî îdîa kir ku 2 fîşekên rokêtê li hewş û dîwarê derve yê Qereqola Deriyê Sînor ê Serêkaniyê ketiye.

Di daxuyaniya artêşa Tirk de hat ragihandin ku bi çekên giran û topên hewanê êrîşî mewziyên YPG'ê kirine. Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk de hat piştrastkirin ku kontrola bajêr bi temamî ketiye destê YPG'ê û hat gotin ku personelên Qereqola Deriyê Sînor, li Navenda Yekîneya Sînor a 15-20 metre dûrî qereqolê ye hatine bicihkirin.