Artêşa Tirk gule li hêzên YPG'ê reşand!

Artêşa Tirk gule li hêzên YPG'ê reşand!

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk bi rêya malpera xwe ya înternetê ya fermî piştrast kir ku wan bi armanca "bersivdayînê" gule li Serêkaniyê reşandine. Şêniyên Serêkaniya Bakur jî dan xuyakirin ku leşkerên Tirk gule li hêzên YPG'ê reşandine.

Hat ragihandin, piştî ku di encama gulereşandina çekdarên El Nûsra de li Serêkaniya Bakurê Kurdistanê, ciwanê bi navê Mahsûm Ertûgrûl ê 17 salî jiyana xwe ji dest da, leşkerên Tirk gule li Serêkaniyê reşandin. Lê belê tê gotin, leşkerên Tirk di dewsa bersivê bide çekdarên El Nûsra yên bûn sedema kuştina Ertûgrûl û birîndarkirina 2 welatiyan, gule li hêzên YPG'ê reşandine. 

Fermandariya Artêşa Tirk di malpera xwe ya înternetê de li ser mijarê got, "Li gorî pîvanên angajmanê de, ji Qereqola Sînor a Cenkeserê gule li axa Sûriyê ya jê êrîş hat kirin, hatiye reşandin."

Şêniyên Serêkaniya Bakurê Kurdistanê dan xuyakirin ku êrîş ji aliyê El Nûsra hatiye kirin, lê belê leşkerên artêşa Tirk gule li qadên di bin destê hêzên YPG'ê de ne, reşandiye.