'Armanca hebûna me ya li vir û hebûna gerîla ya li Başûr weke hev e'
'Armanca hebûna me ya li vir û hebûna gerîla ya li Başûr weke hev e'
'Armanca hebûna me ya li vir û hebûna gerîla ya li Başûr weke hev e'
Pêşmergeyên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê ji Başûrê Kurdistanê hatin Kobanê, destnîşan kir ku gerîlayên HPG/YJA-STAR ên beriya niha li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin parastina Başûrê Kurdistanê û hatina wan a Kobanê bi heman armancê hatine kirin. Pêşmergeyê YNK'ê yê ji Kerkûkê hat Kobanê Îmad got, "Şîar û armanceke hatine me ya vir û hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê heye. Û ew jî parastina gelê Kurd e."
Pêşmergeyên YNK'ê Îmad, Eyup û Goran ên berî neh rojan li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Kobanê, dan xuyakirin ku Kobanê sembola berxwedanê ye û ji bo azadiya Kobanê ew li vir in. Ji pêşmergeyan Îmad, ji bo pirsa 'Hûn çima li Kobanê ne?', meşa gerîlayên HPG/YJA STAR a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li Başûrê Kurdistanê bibîr xist û got, "Em jî bi heman armancê li vir in."
'KOBANÊ WÊ AZAD BIBE'
Îmad ragihand ku ew ji Kerkûkê ye û ji bo Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin û azadkirin ew li Kobanê ne. Îmad got, "Em gelekî kêfxweş in ku weke pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê li vir in. Em hatin ji bo alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên li vir. Ji bo azadiya Kobanê em li vir in. Ti cudahî di navbera Kerkûk, Silêmanî, Xaneqîn, Sine, Amedê de nîne, hemû Kurdistan in. Bi destûra Xwedê wê Kobanê azad bibe, bi ser bikeve."
ŞÎAR WEKE HEV E
Îmad li diJî hewldanên dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê yên li Kerkûk, Şengal, Mexmûr, Celewla, Rebîa, Laleş û Dakûkê tevgera gerîlayên HPG/YJA STAR'ê bibîr xist û got, "Beriya niha xwişk û birayên me yên gerîla, ji bo parastina Başûrê Kurdistanê hatibûn Başûr. Ji bo destekkirina me hatibûn. Em jî bi heman armancê li vir in. Ev hesteke xweş e. Hesteke neteweyî ye. Şîara gerîla ya li Başûrê Kurdistanê û şîara me ya li vir xwedî heman armancê ye. Ew jî xizmet û parastina gelê Kurd e."
Îmad ragihand ku di nava gel de ruhê yekîtiyê xurt bûye û got, "Di dîrokê de ti carî gelê Kurd bi awayekî yekgirtî tevnegeriya ye. Hêvîdarim ku ev yek wê bandorê li partiyên me yên siyasî bike."
Eyup ê ji Kerkûkê jî got, "Em ji bo azadkirina Kobanê hatine", Goran ê ji Silêmanî jî got, "Kobanê sembola berxwedanê ye."



