Arjantînê ji bo Giravên Falklandê banga muzakereyê li Brîtanyayê kir

Arjantînê, ji bo ji nû ve nirxandina statuya hiqûqî ya Giravên Falklandê, ku beriya 183 salan ket bin serweriya Brîtanya Mezin, banga 'muzakereyê' kir.

Arjantînê, ji bo ji nû ve nirxandina statuya hiqûqî ya Giravên Falklandê, ku beriya 183 salan ket bin serweriya Brîtanya Mezin, banga 'muzakereyê' kir.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat ragihandin, ku ji bo pirsgirêka Giravên Falklandê bi 'aştiyane' çareser bibe, tê xwestin ku bi Brîtanya Mezin re hevdîtin ji nû ve destpê bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ji bo diyarkirina statuya hiqûqî ya Falklandê, ew ji hevdîtinan re amade ne.

Giravên Falklandê ku bi qasî 400 kîlometreyî li rojhilatê Arjantînê ne, di sala 1833'an de ji aliyê Brîtanyayê ve hatibûn dagirkirin û ji hingî ve bi vî welatî ve girêdayî tên birêvebirin. Di sala 1982'an de dîktatoriya leşkerî ya Arjantînê leşker li giravan bicih kiribû û di navbera her du welatan de ji bo demeke kurt şer qewimî bû.

Di encama vî şerê ku ji her du aliyan 900 leşkeran jiyana xwe ji dest dabûn de, artêşa Arjantînê têk çûbû û piştî demeke kurt vê yekê rê li ber hilweşîna dîktatoriya leşkerî vekiribû.

Ji ber ku li dora Giravên Falklandê çavkaniyên dewlemend ên petrolê hene, nîqaşên serweriyê yên navbera her du welatan ji nû ve destpê kiribûn.

Li Giravên Falklandê ku li qadeke ji 12 hezar kîlometreçaregoşeyê ne û nêzî 3 hezar mirov lê dijîn, di sala 2013'an de referandûm hatibû kirin û ji sedî 99,8 ê beşdaran xwestibûn bi Brîtanyayê ve girêdayî bimînin. Lê belê Arjantînê îlan kiribû ku ew vê referandûmê nas nake.