Arîn Mîrxan li Arjantînê hat bibîranîn
Arîn Mîrxan li Arjantînê hat bibîranîn
Arîn Mîrxan li Arjantînê hat bibîranîn
Li Arjantînê di Foruma Tevgera Jinan a ku salane pêk tê de, di çalakiyê piştevaniya bo YPJ û Kobanê de Arîn Mîrxan ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiya fedayî pêk anî, hat bibîranîn.
Çalakiya ku her sal pêk tê ji sedî zêdetir saziyên Arjantînî û jinan ên navneteweyî tevlî bûn û berxwedana Kobanê û YPJ’ê hate silavkirin.
Di çalakiya li bajarê Salta a Arjantînê pêk hat de wêneyê Arîn Mîrxan hate hildan û her wiha dovîz, pankar û al hatin vekirin.
Axaftina vekirina foruma jinê bi vegotina jiyan û çalakiya Arîn Mîrxan destpê kir. Organîzatoran di axaftinên ku kirin de Tevgera Azadiya Jinê dan nasîn û cih dan van gotinan: “Li Kobanê ev meheke bi bêdengiya welatên emperyalîst heta bi erêkirina wan û rasterast bi piştgiriya dewleta TC’ê re êrîş pêk tên. Hevala me Arîn Mîrxan li dijî van êrîşan bi çalakiyek fedayî bûye bersiv û ev çalakî ne tenê ji bo gelê Kurdistanê ji bo hemû gelên cîhanê pêk aniye û gelek bi wate ye. Ji ber vê em hemû hevalên xwe yên jin yên li Kobanê, Rojava û Kurdistanê têdikoşin silav dikin û bang dikin ku çalakiyên xwe yên piştgiriyê bilind bikin.”