Apê Nemir ê li Kobanê birîndar bû: Min çeka xwe bi emanetî hişt

Apê Nemir ê li Kobanê birîndar bû: Min çeka xwe bi emanetî hişt

Apê Nemir ê 67 salî ku yek ji nîşaneya berxwedana Kobanê ye û tevî ku gelek caran birîndar bû çepera xwe ya li eniya pêş neterikand, li benda roja vegera li eniya şer e. Apê Nemir got, "Dema ez hatim, min ji şervanên ciwan re got. Eger milê min jê bibe jî ez ê li eniyê vegerim. Çeka min nedin kesî, ez wê emanetî we dikim. Ji xwe mafê kesî nîne ku ji min re bêje, tu nikare biçe Kobanê."

Apê Nemir (Xelîlê Osman) ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, li gel temenê xwe yê dirêj li çeperên herî pêş ên eniya şer de cih girt û tevî sê caran birîndar bû jî mewziya xwe neterikan, piştî ku cara çaremîn birîndar bû neçar ma li Pirsûsê bê dermankirin û niha jî li benda roja vegerê ye. Apê Nemir ku du kurên wî jî di eniya şer de ne, niha li wargeha ji konan li cem malbata xwe ye, lê li bendê ye ku birîna wî rihet bibe û li eniya berxwedanê vegere. Apê Nemir ji aliyekî ve dixwaze YPG û YPJ'yî ji ber niha ne li eniya şer re wî bibexşînin, li aliyê din jî bang li ciwanên Kurd kir ku beşdarî berxwedana li Kobanê bibin.

Apê Nemir, beriya 4 mehan dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê destpê kirin li Girê Şehîd Hogir ê di navbera gundên Aşmê û Çarixliyê li çepera herî pêş şer kiribû. 

Apê Nemir diyar kir ku di berxwedana Kobanê de ew carna 10 rojan carna jî hefteyekê li mewziyekê diman û got, "Li mewziyan 4 caran ez birîndar bûm" û destnîşan kir ku tevî vê jî wî berxwedana xwe dewam kiriye.

'MIN ÇEKA XWE BI EMANETÎ HIŞT'

Apê Nemir da xuyakirin ku li Kobanê rewş gelekî baş e û da zanîn ku niha li Kobanê bi hezaran kes hene û ev mirov wê ti carî Kobanê neterikînin. Apê Nemir anî ziman ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û got, "Şervanên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat rê nadin çeteyên DAIŞ'ê. Her şervaneke/î felsefeya Serok Apo ji xwe re esas digire, bêtirs bi ser çeteyên talankar ve diçin. Ez jî niha li bendê me ku platînên di milê min de ne, bên derxistin. Heta ku DAIŞ li Kobanê têk neçe, wê çeka min li erdê nemîne. Dema ez hatim min ji şervanên ciwan re got, milê min jê bibe jî, ez ê vegerim eniya berxwedanê, çeka min nedin kesî, ez wê emanetî we dikim. Ji xwe mafê kesî tineye ku ji min re bêje neçe Kobanê."

APÊ NEMIR BANG LI CIWANAN KIR

Apê Nemir destnîşan kir ku ew ê şervanên YPG'ê yên bi moral û bi coş ên li eniyê bi hev re şer dikir bi tenê nehêle û ev bang li ciwanên Kobaniyî yên ji ber êrîşan neçar man koçî Pirsûsê bikin kir: "Bi rastî jî hûn di rewşeke mirov jê şermê dikin de ne. Gelo dema hûn şervanên YPG/YPJ'ê dibînin, hûn qet ji xwe fedî nakin? Hûn hînê hîn nebûne ku îro roja namûsê ye? Du zarokên min niha şerê rûmetê dimeşînin, ji hemû ferdên malbata min ên li eniyê ne dibêjim; kî ji bo jiyaneke bi rûmet şehîd bikeve, ew çavkaniya me ya rûmetê ye. Azadî tiştekî ewçend erzan nîne. Eger em xeyala jiyana azad dikin, divê em berdêla wê bidin."

'JI BILÎ AZADKIRINA KURDISTANÊ ŞENSEKÎ DIN Ê ME TINEYE'

Apê Nemir diyar kir ku ji bilî azadkirina çar parçeyên Kurdistanê ti şenseke din a wan nîne û got, "Êdî şensekî din ê jiyanê ji bo me nemaye, divê em vê fêm bikin. Her wiha şevanên ji Bakurê Kurdistanê, pêşmergeyên ji Başûrê Kurdistanê û Erebên Sûriyeyî yên demokrat, îro ji bo azadiya Kobanê li eniya şer in. Eger ciwanên Kobanê qet li vir nemînin û biçin eniya berxwedanê, hingî xaka em wê zûtir azad bibe. Ji xwe zêdeyî 10 hezar jin û zarok niha li wir in."

'BILA HEVALÊN MIN ÊN LI ENIYÊ LI MIN BIBEXŞÎNIN'

Apê Nemir da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê mala wî şewitandine û got, "Niha li Kobanê bi tenê xaka min maye. Lê belê mala min nemabe jî, ez ê jiyanek li derveyî wê derê qebûl nekim. Li gorî min namûs ax e, divê em li axa xwe vegerin. Lê ji ber ku nikarim ji bo Kurdistanê tiştekî bikim, xemgîn im. Ji hevalên xwe yên li eniyê re dibêjim: Ji ber ku birîndar bûm û neçar mam wan bi tenê bihêlimk, bila li min bibexşînin. Eger ez rehet bûm, kes nikare 5 deqeyan jî min li vir bisekinîne."