Anli: Baroya Amedê cihê nirx û şanazî ye
Anli: Baroya Amedê cihê nirx û şanazî ye
Anli: Baroya Amedê cihê nirx û şanazî ye
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, çû pîrozbahiya rêveber û serokê nû yê Baroya Amedê Tahîr Elçî. Anli, da zanîn ku Baroya Amedê di warê serdestiya hiqûq û mafên mirovan de nirx û şanazî pêk aniye û got ku ew di wê baweriyê de ye ku ew ê vê mîsyona xwe pêşvetir jî bibin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin Firat Anli çû serdana baroyê, endamên meclîsê Cîhan Aydin, Îhsan Suleymanoglu û Midûrê Têkiliyên bi Gel re û çapemeniyê Ferdî Altun pê re amade bûn. Anli û şanda pê re ji aliyê Serokê Baroyê Tahîr Elçî, Alîkarê wî Ahmet Ozmen û endamên desteya birêveber ve hatin pêşwazîkirin. Elçî, daxuyand ku piştî bidawîhatina prosedorê ew ê vê hefteyê bi awayekî fermî dest bi kar bikin û kêfxweşiya xwe bi serdanê derbirî. Elçî bi bîr xist ku Firat Anli demekê rêveberiya baroyê kiriye û ev yek wek şanaziyê nirxand û got ku ev ji bo têkilî û diyalogê firsendek e.
Hevşaredar Firat Anli jî hilbijartiyên nû yên rêveberî û desteya bilind a baroyê pîroz kirin û daxwaza serkeftinê li wan kir. Anli wiha got, “Baroya Amedê ji aliyê cîhanê ve tê naskirin. Di warê mafên mirovan û serdestiya hiqûqê de gelek keda wê heye, wê bedel dane û di encama wan de jî nirx û şanaziyên mezin jî afirandine.” Anli daxuyand ku bo wî serfiraziyeke mezin e ku ew endamê vê baroyê ye û got, ew di wê baweriyê de ye ku rêveberiya nû dê şanaziya baroyê ber bi pêşvetir ve bibe. Anli got, “Dê baweriya mirovên me bi baroya Amedê zêde bibe û bi taybetî hewldanên li dijî pîşeya me ku demên dawîn têne kirin, hûn ê bi hewldanên xwe têk bibin û hûn ê bi hesasiyeta pîşeyî bi ser ve herin.”
Anli da zanîn ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ew ê her dem bi xebatên baro û hempîşeyên xwe re bin û çi ji destê wan were ew ê wê bikin. Anli weha got, “Baroya Amedê demên borî der barê kawdanên siyasî, civakî û jiyanî yên bajêr de rol û misyoneke girîng bi cih anî. Ev misyoneke gelekî erênî bû û ez piştrast im ku ji niha pê de jî hûn ê bi heman helwestê tevbigerin.” Anli hilbijartiyên baroyê pîroz kirin û daxwaza serkeftinê li wan kir.