Anketa mezin a li welatên Ereb hat amadekirin, hat weşandin
Li gorî anketeke berfireh a li 12 welatên Ereb hat çêkirin, di nava Erebên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji nêz ve jiyane, dijberiya DAIŞ'ê zêdeyî rêjeya ji sedî 90'î ye.
Li gorî anketeke berfireh a li 12 welatên Ereb hat çêkirin, di nava Erebên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji nêz ve jiyane, dijberiya DAIŞ'ê zêdeyî rêjeya ji sedî 90'î ye.
Li gorî anketeke berfireh a li 12 welatên Ereb hat çêkirin, di nava Erebên ku hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji nêz ve jiyane, dijberiya DAIŞ'ê zêdeyî rêjeya ji sedî 90'î ye. Di nava gelê Ereb de dijberiya li Îsraîlê jî di asteke cidî de ye. Her wiha beşeke girîng jî di wê baweriyê de ye ku Îslam û demokrasî dikarin bi hev re bi cih werin anîn.
Anketa mezin ji aliyê Navenda Lêkolînên Polîtîk û Zanistên Ereb ve hat kirin û ji Erebîstana Siûdî, Iraq, Misir, Cezayîr, Urdun, Qûweyt, Lubnan, Morîtanya, Fas, Fîlîstîn û Tûnisê 18 hezar 300 kes beşdar bûn.
HERÎ ZÊDE LUBNAN, IRAQ Û URDUN JI DAIŞ'Ê NERAZÎ NE
Ji sedî 89 ê beşdaran, pêkanînên DAIŞ'ê bi temamî red dikin. Ev rêje li Lubnanê ji sedî 99, li Urdun û Iraqê jî ji sedî 97 e. Li Morîtanyayê rêjeya dijberiya li DAIŞ'ê ji sedî 74 e. Desteka ji bo DAIŞ'ê di asta ji sedî 7 de ye. Ji sedî 4 ê beşdarên anketê jî gotin 'ew bê alî' ne.
Ji sedî 62 ê Ereban, têkbirina rejîma Beşar Esad li Sûriyeyê weke 'rêyeke baş' dibînin. Ji sedî 12 alîgir in ku hemû komên mûxalîf werin tinekirin. Beşek ji sedî 9 jî di wê baweriyê de ye ku ji bo çareseriyê divê beriya her tiştî DAIŞ ji aliyê leşkerî ve bê tinekirin.
Ji sedî 71 ê beşdarên anketê di wê baweriyê de ne ku Îslam û demokrasî dikarin bi hev re bê meşandin. Ji sedî 44 bawer dike ku gelê welatê wan ji bo demokrasiyê amade ye. Ji sedî 48 jî di wê baweriyê de ye, ku welat hînê ji vê re ne amade ye.
YÊN DIBÊJIN 'ŞERÎAT LI GORÎ WELATÊ MIN E' JI SEDÎ 14 YE
Rêjeya mirovên dibêjin ku welatê wan dikare bi şerîata Îslamî were birêvebirin ji sedî 14 ye. Ji sedî 19 dibêje 'bi qismî guncaw' e. Ji sedî 61 dibêjin bi ti awayî nabe ku bi şerîatê were rêvebirin.
Ji sedî 75 bawer in ku pirsgirêka Fîlîstînê 'pirsgirêka tevahiya cîhana Ereb' e. Ji sedî 85 ê beşdarên anketê, hebûna dewleta Îsraîlê red dikin.
Di mijara polîtîkaya derve de Ereb herî zêde ji DYA, Îran û Rûsyayê nerazî ne. Ji sedî 65 li dijî polîtîkayên DYA yên li hemberî welatên Ereb in. Ji sedî 62 li dijî polîtîkayên Îranê û ji sedî 54 jî li dijî polîtîkayên Rûsyayê yên li hemberî Ereban e.