Altan Tan: Îfadeya 'miletê tirk' li diîj ruhê makeqanûnê ye

Altan Tan: Îfadeya 'miletê tirk' li diîj ruhê makeqanûnê ye

Parlamenterê BDP’ê yê Amedê Altan Tan pêşniyara ji bo cihgirtina îfadeya ‘miletê tirk’ ya di makeqanûna nû de rexne kir û got: “Ev li dijî ruhê makeqanûn û pêvajoya çareseriyê ye.”

Parlamenter Altan Tan li navçeya Heskîfa Êlihê der barê makeqanûna nû de ji rojnamegeran re axivî.

Tan pêşniyara hikûmeta AKP’ê ya der barê cihgirtina îfadeya ‘miletê tirk’ a di makeqanûnê de rexne kir û got: “Ger hun miletê tirk bin, em kîjan netew in.  Wê demê netewa kurd, netewa ereb, netewa Çerkez  jî divê di makeqanûna nû de bê nivîsin.  Ger hun di makeqanûna nû de ‘netewa tirk’ binisvînin, divê hemû netew bê nivîsin.  ev li dijî ruhê makeqanûn û pêvajoya çareseriyê ya nû ye.

Tan da zanîn ku ev elemeteke  ji ber tirsa 300 netewperestên tirk yên ku  îmze berhevkirin û newetwerestên CHP û MHP’ê ye. Tan wiha pê de çû: “Bi tirs û fikarê di demokrastiyê de nûbûn pêk nayê.  Sedema guherîna makeqanûnê jî eve ji xwe. Ma hun çi diguherînin. Wê demê em kîne.  Em dibêjin wisa nenivîsinin. Bila welatibûna Komara Tirkiyeyê esas be.

Li ser pirsa rojnamegerekî ku got zavayê te ji Kastamuniyê ye, Tan wiha got: “ Mijar ne mijara tirkbûn, kurdbûn an jî erebûnê ye.  ev meselya hiqûq û demokrasiyê ye.  We dît ez malbateke Kastamuniyê, ajokariya wan dikin û digerînim.  Ev merivê minin. Ser serê min ser çavê min. dayika min jî tirke.  Welatîbûna Komara tirk  têr dike û me hemûyan digire nav xwe.  Ji bilî vê tu tişt kesî eleqeder nake.