Aloziya li Til Ebyed didome
Aloziya li Til Ebyed didome
Aloziya li Til Ebyed didome
Piştî aloziyên li Til Ebyedê, duh êvarê nûnerên gelê Kurd li Rojava bi rêveberên Ehrar El-Şam re hevdîtin pêk anîn. Civîn bê encam bi dawî bû û li aliyê din jî çekdarên Cebhet El-Nusra 5 ciwanên Kurd li Til Arûs a girêdayî Til Ebyed revandin.
Piştî aloziyên li Til Ebyedê, duh êvarê nûnerên gelê Kurd li Rojava bi rêveberên Ehrar El-Şam re hevdîtin pêk anîn. Di civînê de Dr. Elî Osman, Zeyîm Kurdî, Xalid Bozan Kitî, Îbrahîm Kerdo û Îsmaîl Hec Hemo nûnertiya aliyê Kurd dikirin û rêveberê deriyê sînor ê Til Ebyedê Dr. Hisên Ebû Reyan, berdevkê fermî yê tabûra Ehrar El-Şam ê Til Ebyedê û hin endamên din ên Ehrar El-Şam nûnertiya aliyên din dikirin.
Hate destnîşan kirin ku, civîn di çarçoveya aştiya navxweyî û jiyana hevbeş de pêk hatiye û hate gotin ku ereb û kurdên herêmê ji mêj ve bi biratî bi hev re jiyan dikin. Di civînê de nûnerên kurdan tekîd kirin ku Mala Gel ne girêdayî tu rêxistinên siyasî û hêzên leşkeriye û gotin ku, biryara girtina Mala Gel ne di cih deye û gotin: ‘’Mala Gel saziyeke civakiye di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên civakê de hatiye vekirin.᾿̓
Nûnerên Kurd di civînê de bal kişandin ser bendên kontrolê ku li ser riyên ketin û derketina bajêr hatine danîn û ragihandin ku, herî dawî çekdarên Cebhet El-Nusra li bajaroka Til Arûs 5 ciwanên Kurd ên sivîl revandine. Di civînê de berdevkê Ehrar El-Şam Hisên Ebû Reyan îdiakir ku haya wî ji bûyerên revandina ciwanên Kurd tuneye û got ger ku peyman bên îmze kirin wê bendên kontrolê werin rakirin.
Komên Çekdar ên Cebhet El-Nusra li bajaroka Til Arûs a ku 2 kîlometre li başûrê Til Ebyede duh di demjimêrên ber êvarê de 5 ciwanên Kurd dema diçûn ser karê xwe revandin. Li aliyê din jî bendên kontrolê li hundir û derveyî bajar hatine zêdekirin.
Bê ku civîn bi encam bibe nûnerên kurdan ji civînê derketin, her wiha nûnerên Ehrar El-Şam kurdên li Til Ebyedê jiyan dikin bi alîgiriya bûyerên li Serêkaniyê tewanbar kir û xwestin ku kurdên li Til Ebyedê xwe ji Rojavayê Kurdistanê qut bikin.