Alîgirên DAIŞ'ê li Hambûrgê êrîşî Kurdan kirin
Alîgirên DAIŞ'ê li Hambûrgê êrîşî Kurdan kirin
Alîgirên DAIŞ'ê li Hambûrgê êrîşî Kurdan kirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, pevçûna di navbera Kurdan û alîgirên DAIŞ'ê di êvara Duşemê de destpê kirin, di êvara Sêşemê de jî dewam kirin.
Piştî meş û çalakiya li stasyona trenê ya Kurdan a ji bo destekkirina Kobanê, alîgirên DAIŞ'ê li ber Navenda Civaka Demokratîk a li Steindammê civiyan û zor dan deriyê jêrîn. Kurdistanî li hemberî êrîşkarên bi çek, sator û kêrê bêdeng neman. Alîgirên DAIŞ'ê jî li pêşberî parastina Kurdistaniyan neçar man xwe li mizgefta li pişt avahiyê bigirin.
Tevî ku yekser agahî ji polîsan re hat dayîn jî, balkêş bû ku polîs piştî 45 deqeyan hat. Saet di 23:00 de li pêş çavê polîsan cara duyemîn, nêzî 60 DAIŞ'î bi ço, sator û kêran êrîş kirin. Di aloziya demkurt de Kurdistaniyan êrîş bêbandor kirin.
Hat ragihandin ku di pevçûnê de ji her du aliyan jî birîndar hene. Polîs piştre bi maşînên zirxî hatin cihê bûyerê. Bûyeran heta derengiya şevê dewam kirin.
Nûnerên Navenda Civaka Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Rojbîn, ji ber aloziya hatiye jiyîn bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Hambûrg û derdora wê kirin ku hişyar bin û beşdariyeke uxrt li çalakiya Çarşemê ya her hefte saet di 17'an de li Altona bikin.