Ala DAIŞ'ê ya li ser girê Kaniya Kurdan hat daxistin
Ala DAIŞ'ê ya li ser girê Kaniya Kurdan hat daxistin
Ala DAIŞ'ê ya li ser girê Kaniya Kurdan hat daxistin
Şervanên YPG/YPJ'ê yên Til Şeîr ji çeteyan paqijkirin, li girê Kaniya Kurdan a ku bi rojane lê pevçûn diqewime, ala çeteyên DAIŞ'ê daxistin xwarê.
Li eniyên rojava, rojhilat û başûr ên Kobanê şer û pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Çeteyên DAIŞ'ê yên bi çalakiyên YPG/YPJ'ê dihejin, derbeke din li eniya rojhilat xwarin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li eniya rojava gundê Til Şeîrê ji çeteyan paqij kirin, li eniya rojhilat jî çete ji girê Kaniya Kurdan qewirandin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ala ku çeteyan li ser gir çikandibûn, ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat daxistin.
Li aliyê din, balafirên şer ên Hêzên Koalîsyonê îro danê sibê jî bombebarana ji hewayê dewam kirin.