'AKP wisa bidomîne wê Tirkiye bike Sûriye’
'AKP wisa bidomîne wê Tirkiye bike Sûriye’
'AKP wisa bidomîne wê Tirkiye bike Sûriye’
Li Amedê ji bo binçavkirin û girtinên di çalakiyên ji bo Kobanê de pêk hatin, protesto bikin, girseya li ber avahiya DBP’ê kom bû rastî astengiya polîsan hat. Girseyê li ser vê çalakiya rûniştinê pêk anî û piştî çalakiya rûniştinê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek got: “AKP ger wisa bidomîne wê Tirkiye jî bibe wek Sûriyeyê. Em careke din tînin ziman ku em polîtîkayên AKP’ê qebûl nakin.
Girseya ku li Amedê xwest bimeşe, rastî astengiya polîsan hatin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li gel sedan kesî, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Kamuran Yuksek, Zubeyde Zumrut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, nûnerên DBP’ê hatin cem hev. Girseyê pankart û al vekirin. Polîsan bi anonsan gotin ku meş derveyî qanûne ye û destûr nedan.
Li ser vê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamuran Yuksek piştî çalakiyê axaftinek kir û got ku partiyeke fermî ya siyasî di bin şert û mercên zehmet de daxuyaniyê didin û got: “Ev welat ji aliyê AKP’ê ve hat vê rewşê. Li welat hevserok ger nikaribin daxuyaniyê bidin, bila pirsa ev gel çima hêrs dibe nekin.
Şîdeta li ser partiya me zêde bûye. Hevala me Semra Demîr hê di komayê de ye. Bi sedan ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Hem partî û hem jî gelê Kurd di bin zextan de ye."
Yuksek da zanîn ku gel bertek nîşanÎ vê helwesta AKP’ê dide û wiha got: “AKP dest ji piştgiriya DAIŞ’ê bernade. Gelê me ji her derê diherikê Pirsûsê. Hikûmeta AKP’ê bi polîsên xwe çû ser gel gelê me. Ji ber vê daket kolanan. Gelê me ji vir û şûn ve serî natewîne. Ger AKP wisa bidomîne, wê Tirkiye bibe Sûriye. Em careke din dibêjin ku em polîtîkayên AKP’ê qebûl nakin.”