'AKP'ê gavên pêwîst ne avêt'

'AKP'ê gavên pêwîst ne avêt'

Komîsyona Şopandina Pêvajoya Vekişînê ya ÎHD'ê, rapora lêkolîn-hûrkolînê ya li ser mijarê amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku dewlet berovacî pêvajoya aştiyê tevgeriyaye û bal hat kişandin ser çêkirina qereqolan, pergala cerdevaniyê û êrîşên li dijî gel. Di raporê de hat ragihandin ku pirsgirêkên tenduristiyê û mercên Ocalan ên lê tê ragirtin, li herêmê rê li ber fikaran vedike û hat xwestin, ku hikûmet tavilê gavên têrker di vê mijarê de biavêje.

Komîsyona Şopandina Vekişîna gerîla ya ji aliyê Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat ava kirin û bi 8'ê Gulanê re dest bi xebatên xwe kir, piştî Amedê civîna xwe ya duyemîn li Wanê pêk anî. Di civîna li Platforma Şaxên Wanê ya KESK'ê de Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Alîkarên Serokê Giştî Serdar Çelebî û Hasan Dogan, serok û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Kurdistanê amade bûn.

Di civînê de, "Rapora Lêkolîn-Hûrkolîn a li ser Sînor û Tevgera Leşkerî ya li Gelemperiya Herêmê" ya Komîsyona Vekişînê ya ÎHD'ê ji raya giştî re hat eşkerekirin.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bibîr xist ku wan bi rêya şaxên komeleyê yên li Kurdistanê, pêvajoya vekişînê şopandine û diyar kir ku li gel hin hewldanên provokatîf û neyînî jî, di pêvajoyê de wendahiya can çê nebûye û pêvajo dewam dike.

Turkdogan da xuyakirin ku wan li ser sînor lêkolîneke taybet meşandine, li hin cihan li gerîlayên amadekariya vekişînê dikirin rast hatine, ji wan der heqê pirsgirêkan de agahî stendine.

'DI DEMA VEKIŞÎNÊ DE HERON FIRIYAN, KEMÎN HATIN DANÎN'

Turkdogan daneyên raporê weha rave kir: "Tevî ku pêvajoya vekişînê dewam dike jî, li gelek cihan firînên heronan, danînan kemînan û firîna balafirên şer û helîkopteran, rê li ber pirsgirêkên vekişînê vekirin. Nirxandina "ji sedî 15 vekişiyane" ya rayedarên dewletê, kêrhatî nîne. Herî dawî ji çapemeniyê jî diyar bû ku ji qadên herî dûr ên mîna Derya Reş û Dêrsimê, kom vekişiyan û gihaştin herêma Qendîlê. Li gorî lêkolînên me, pirraniya milîtanên li herêmê vekişiyane. Lê ev pêvajo hînê dewam dike û hewceye bê zanîn ku vekişîn bi dawî nebûye." Turkdogan destnîşan kir ku nuqteyeke din a balkêş ew e ku bi taybetî ji herêma Colemêrgê hejmareke zêde ciwan di vê demê de tevlî refên PKK'ê bûne.

'REWŞA HERÎ NEYÎNÎ; QEREQOLÊN NÛ Û BAREGEHÊN LEŞKERÎ'

Di rapora ÎHD'ê de bang li rayedarên dewletê hat kirin ku ji bo vekişîn bi selametî bi dawî bibe, divê dest ji helwest û nêzîkatiyên provokatîf berdin.

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan da xuyakirin ku yek ji mijara herî zêde zerarê dide pêvajoyê, çêkirina qereqol (kalekol) û baregehên leşkerî ye û got, "Di serî de herêmên sînor, li gelemperiya herêman qereqol û baregehên leşkerî yên nû tên avakirin. Çêkirina van qereqolan, di nava gelê herêmê de rê li ber fikar û gumanên mezin vedike. Li navçeya Amed Licê, di protestoya li dijî qereqola Hêzanê de ciwanê bi navê Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest da û 8 kes bi guleyan birîndar bû. Berovacî daxuyaniyên rayedaran, li gorî daneyên me li herêmê bi awayekî cidî qereqol û baregehên nû yên leşkerî tên çêkirin."

QEREQOLÊN NÛ

Di raporê de, li gorî daneyan lîsteya qereqolên nû weha ye:

"COLEMÊRG

* Ji bo li navend, navçe, gundên Colemêrgê û tevahiya sînor bên çêkirin, ji aliyê TOKI'yê ve îhaleya 189 qereqolan hatiye kirin û navê qereqolên çêkirina wan temam bûne û yên tên çêkirin wehaye:

Navçeya Şemzînan: Li qadên Şikeftan, Gola, Ketûna Binî, Ketûna Serî, Zivkan, Balê, Zerikî û Gosrova yên 50 km dûrî navçeyê ne, li se sînorê Îranê ye û li pêşberî Çiyayê Şehîdan e, qereqolên nû tên çêkirin û leşker tên bicihkiri. Li vê herêmê çêkirina qereoqolên li Varibozu, Dema Çiya, Girê Eshaba, Berê Evrazê, Kaniyaspî, Banîge, Tilsê, Kola, Nerduşe, Bihiyahorê, Gendalok, Vargeniman, Şikeftan, Garê, Gelişim, Evrestepe, Masîro, Meleyan, Girê Zînî, Girê Turkan û qada Çimeni Hesci dewam dikin. Li pêşberî sînor li qadên Xelila 1, Xelila 2, Zerpele, Girê Şikeftan, qada Şehîdan, pêşberî Fişe, pêşiya Kendalok û Kemalokê qereqol tên çêkirin. Li ser girê Şehîdan ji aliyê Îranê ve li dijî balafiran sîstema radarê hatiye danîn.

Navçeya Gever: Li herêma Oremarê 3, li gundê Çobanpiar û herêma Doskî 2 û bajarokê Buyukçîftlîk, gundên Kisikli, Perîhan û Guvenlî.

ŞIRNEX

*Li Şirnexê bi giştî çêkirina 10 qereqolên nû dewam dike. Li hin qereqolan jî xebatên nûkirinê tên meşandin. Hin ji van qereqolan jî weha ne:

Navenda: Qereqola Millî, Baregeha Leşkerî ya Gundikê Melê, Qereqola Kizilsû

Li navçeya Hezexê, qereqola gundê Basê, li Silopiyê Qereqola Şikeftê û Qereqola Ovakoy. Dîsa li Silopiyê 15 qereqol tênûkirin û mezinkirin, hin ji van jî wehane: Kenkara, Kabakozu, Bostanci, Yankale, Gilpevre, Ortakoy, Habûr, Katili, Çalişkan. Li gundê Derbaçya yê Cizîrê qereqoleke nû tê çêkirin.

Li Basanê qereqola Gumuşyazi û qereqola Bajarokê Findikli.

Qereqola li navenda Elkê tê mezinkirin, tabûra li bajarokê Mezra tê mezinkirin.

DÊRSIM

*Li Dêrsimê 5 jê kale, 16 jê qereqolên mobîl û 31 qûleyên leşkerî bi giştî ji 52 baregehên leşkerî 22 jê dest bi çêkirina wan hatiye kirin. 

Li Geliyê Pulumurê 16 qereqolên mobîl, 5 kalekol û 16 qûle tên plankirin werin çêkirin. Di nava qereqolên wê werin çêkirin de Çiyayê Zel û Qeleha Sînan jî hene. Li Kirmizi Kopru ya ser bi Pulumurê 5 qereqol û qûleyek niha tên çêkirin. Dîsa qereqola Kocatepe û gundê Uçdam ê li Pulumurê, vediguhesînin cihekî bilindtir.

Li Pulurê jî qereqola Bilgeç ji cihê xwe tê rakirin û li qadeke hîn bêtir stratejîk tê bicihkirin. Qereqola gundê Darikent ê Milazgirê ji cihê xwe radikin dibin girekî bilindtir. Li herêma Hiranê qereqol tê çêkirin. Înşaata qereqola nû ya li Alîbogazi jî destpê kir. Zêdebûna zêdebûna leşkeran a li baregha Nazimiyê balê dikşîne. 

Li navçeya Amed Licê li gundê Hêzanê, li navçeya Elezîz Aricakê û li navçeyên Wan Payizav û Şaxê li gundên Şaminis û Aksinê qereqolên nû tên çêkirin, yên heyî jî tên nûkirin."

'PÊWISTIYA JI BENDAVÊN EWLEKARIYÊ, FIKARAN DIAFIRÎNE!'

Turkdogan bibîr xist ku li ser Çemê Mûnzûrê 4 bendavên ewlekariyê tên çêkirin û ev agahî da:

"Li ser sînor çêkirina bendavan balê dikşîne. Hînê li Şirnexê 11 bendavên ewlekariyê tên çêkirin. Dîsa bendava li ser çemê Botanê yê Sêrtê balê dikşîne. Li Şinrexê li ser sînorê Tirkiye û Iraqê bendavên ewlekariyê, herdu erdnîgaran ji hev vediqetînin. Di pêvajoyeke ku aştî tê axivîn, vekişîn pêk tê de, di şûna gavên çareseriyê bên avêtin, bendavên ewlekariyê tên kirin û ev yek di mejiyê mirovan de fikar û gumanan diafirînin."

'CERDEVANÊN NÛ!'

Turkdogan diyar kir ku bi destpêka pêvajoya aştiyê re, yek ji pirsgirêkên divê destpêkê bê çareserkirin pergala cerdevaniyê ye û got, "Pergala cerdevaniyê mixabin hînê li holê ye. Di vê demê de, ji ber cerdevanan hin pirsgirêkan xwe dan der. Cerdevanan li hin herêman kemîn danîn pêşiya gerîlayan û vekişîna gerîla xistin nava zehmetiyê. Mînak li Bêdlisê nêzî 2000 cerdevan bi fermana Walîtiyê ve hatin wezîfedarkirin û li rêgehên gerîla hatin bicihkirin. Cerdevan her weha li gelek deveran qadên daristanî şewitandin. Derketiye holê ku rayedaran eşkerekirin wê li Şirnexê 200, li derdora Wanê 1000 û li Bêdlisê 600 cerdevanên nû werbigirin û ketina nava vê xebatê."

'AKP'Ê GAVÊN PÊWÎST HÎNÊ NE AVÊTIYE'

Di beşa encamê ya raporê de hat destnîşankirin ku pêvajo di rojê dawî de dem bi dem ketiye nava zehmetiyê û ev rexne li hikûmeta AKP'ê hat kirin:

"Bi taybetî me ti gavê divê ji aliyê hikûmeta AKP'ê bihata avêtin, nedîtin. Tevî hemû bangên me jî, meclîs xistin betlaneyê û qanûnên nû yên diviyabû bihata derxistin, hatin taloqkirin. Di mijara Destûra Bingehîn a nû de ji ber ku partiyan hewldaneke têrker nîşan nedan, di destûra bingehîn a cûntayê de guhertin çê nebû."

'MERCÊN OCALAN RÊ LI BER TENGEZARIYÊ VEDIKE; BILA HIKÛMET GAVÊ BIAVÊJE'

Di raporê de hişyarî hat dayîn û hat destnîşankirin ku sererastnekirina mercên Ocalan û xemsariya li pêşberî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê rê li ber fikaran vedikin û hat gotin; "Divê hikûmet tavilê di vê mijarê de gavên têrker biavêje. Divê li benda mehên payizê nemînê û gavên demokratîkbûyînê ji niha ve biavêje."