Îran ji bo vegera muzakereyan ji DYE’yê misogerî dixwaze

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî, ragihand ku welatê wî di mijara bernameya nukleerî de dikare bi DYE’yê re muzakereyan bike, lê bi şertê ku wê careke din li dijî Îranê êrîş neyên dubarekirin.

Ev daxuyanî di gotarekê de ku ji dîplomatên biyanî yên li Tehranê û di Financial Times de hatiye nivîsandin de cih girt.

Arakçî, şerta ku careke din êrîş li ser Îranê dubare nebin danî û diyar kir ku êrîşên Îsraîl û Emerîkayê muzakereyan tevlihev dikin.

Arakçî got, "Hilbijartin a Emerîkayê ye. Emerîka dê dîplomasî bike, an dê bi berdewamî tevlî şerê hinekan bibe. Divê hilbijartina xwe bike.”

HEVKARIYA BI UAEA RE HAT RAWESTANDIN

Piştî êrîşan, Îranê hevkariya bi UAEA’yê re rawestand û vekişîna xwe ji NPT’ê ragihand. Arakçî, diyar kir ku hevkarî dê niha li gorî berjewendiyên neteweyî were meşandin.

Serokkomar Mesûd Pezeşkiyan, ragihand ku tesîsên nukleerî bi giranî zirar dîtine.

NETANYAHU: ME BERNAMEYA NUKLEERÎ 10 SALAN PAŞVE XIST

Netanyahu, îdia kir ku wan bernameya nukleerî ya Îranê 10 salan paşve xistine û got ku piştî têkçûna Hizbullahê Îranê giranî daye hilberîna çekên nukleerî. Her wiha diyar kir ku Serokê Emerîkayê Donald Trump jî ev xetere dîtiye û bi Îsraîlê re li dijî dijminê hevpar polîtîkayeke serketina hevbeş pejirandiye.

BÎLANÇOYA GIRAN

Îranê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de 1060 kes hatine kuştin. Îsraîl jî ragihand ku di êrîşên Îranê de 28 kes mirine.