9 zarokên Kobanî birçî tên hiştin!
9 zarokên Kobanî birçî tên hiştin!
9 zarokên Kobanî birçî tên hiştin!
Çalakiya greva birçîbûnê ya Kobaniyên di nava wan de rojnamevan jî hene ku nêzîkatiyên xerab ên rayedarên Tirk şermezar dikin berdewam dike, ji bo 9 zarokan jî xwarin nayê dayîn.
Zêdetirî 150 Kobaniyên ji taxên derdor ên Kobanê yên ji ber şerên dijwar ên 3 roj in dewam dikin hatine tehliyekirin û di nava wan de rojnamevan jî hene, ji ber nêzîkatiyên xerab ên rayedarên Tirk 2 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Rojnamevanê Kobanî Mustafa Bali yê li Lîseya Fen a Pirsûse ya li Bajaroka Aligorê tê ragirtin û li ser nêzîkatiyên binçavkirinê tên meşandin diyar kir ji ber kiryarên kêfî û zexta li ser wan têkirin ku dest bi greva birçîbûnê kirine, ji bo 9 zarokên li gel wan jî xwarin nayê dayîn.
QÎR DIKIN, EM JI WAN FÊM NAKIN
Rojnamevan Bali bi gotina: “Ji me re gotin ‘yan hûn ê jî wê xwarinê bixwin an ji bo zarokan jî xwarin nîne’. Timî li ser me qîr dikin. Em nizanin çi dibêjin” nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên li hemberî wan tên kirin da.
Balî diyar kir wê greva xwe ya birçîbûnê dewam bikin û ji bo nexweş û zarokan banga hestyariyê kir.