776 RCS: Bila Ocalan li nexweşxaneyê bê dermankirin
776 RCS: Bila Ocalan li nexweşxaneyê bê dermankirin
776 RCS: Bila Ocalan li nexweşxaneyê bê dermankirin
Ji 21 bajarên Bakurê Kurdistanê, 776 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) ji bo balê bikşînin ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deklarasyoneke hevpar weşandin. Di deklarasyonê de hat xwestin ku di çarçoveya rola Ocalan a ji bo avakirina aştiyê de tenduristiya wî li ber çavan bê girtin û li nexweşxaneyek xwedî derfetên pêwîst, bê dermankirin.
Ji bo rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr bixînin û banga sererastkirina mercên lê tê ragirtin bikin, 776 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) yên ji 21 bajarên Bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek dan çapemeniyê û deklarasyoneke hevpar eşkere kirin.
Daxuyaniya çapemeniyê li ber Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilat hat dayîn û tevî Baroya Amedê, Odeya Pişeyî û Bazirganiyê ya Amedê, Platforma Şaxên KESK'ê yên Amedê, TUHAD-FED û ÎHD, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên mora xwe avêtibûn binê deklarasyonê amade bûn. Li ser navê civatê Alîkarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren deklarasyon metna çapemeniyê eşkere kir.
Eren bibîr xist ku aktorê herî girîng ê "Çareseriya demokratîk" Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ev 14 sal in din bin tecrîdeke giran a li dijî pîvanên navnetewî û netewî de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, lewma pirsgirêkên wî yên tenduristiyê xwe dane der. Eren da xuyakirin ku li gel mercên giran jî, Ocalan hewl dide pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nebin asteng li pêşiya pêvajoyê û her tim rêyên diyalog û çareseriyê vekirî hiştiye.
Eren ragihand ku li gel van hemû hewldanên Ocalan jî hikûmetê gaveke bersivê bide pêvajoyê neavêtiye û ev yek di nava civakê de rê li ber bêbaweriyeke mezin vedike û got, "Divê hikûmet tavilê li gorî rihê pêvajoyê gavên demokratîkbûyînê biavêje. Di vê çarçoveyê de lazime guhertinên destûra bingehîn û qanûnî yên pêwîst bên kirin, hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji bo têkûzkirina aştiyê bên dîtin, mafên wî yên tenduristiyê li ber çavan bên girtin, tecrîd bê rakirin, mercên ew tê de tê ragirtin bên guhertin û ji bo hîn baştir rola xwe ya di pêvajoyê de bileyze, şert û mercên wî werin başkirin."
'EV ŞERT Û MERCÊN HEYÎ, DIKARE PÊVAJOYA SABOTE BIKIN'
Eren da xuyakirin ku weke rêxistinên civakî yên sivîl ên mora xwe avêtine binê deklarasyonê, ji destpêkê ve piştgirî dane pêvajoyê û amadene hemû berpirsyariyên di vê demê de dikeve ser milê wan bicih bînin. Eren got, "Divê serlêdana Konseya Navendî ya Yekitiya Tabîbên Tirk û Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk ên li Wezareta Edaletê, bi lezgînî werin bersivandin, heyeteke serbixwe ya doktoran bê avakirin, Birêz Ocalan were muayenekkirin û li nexweşxaneyeke xwedî derfetên baş û pêwîst bê dermankirin."