7 ji 10 ê welatiyên Fransayê li dijî pêşnûme qanûna xebatê ne
Li Fransayê, hejmara mirovên li dijî pêşnûme qanûna xebatê derdikevin, roj bi roj zêde dibe. Li gorî lêkolînekê, 7 ji 10 Fransiyan, li dijî vê pêşnûme qanûnê ne.

Ji sedî 70 ê beşdarên anketa şîrketa Odoxa ku ji bo rojnameya Le Parîsîen amade kir, dan zanîn ku ew li hemberî pêşnûme qanûna ji aliyê Wezîra Xebatê Myrîam el Khomrî ve hatiye amadekirin e. Ji sedî 28 ê beşdarên anketê diyar kirin, ew destekê didin pêşnûmeyê.
Ji sedî 52 ê Fransiyan dan xuyakirin ku ew dixwazin Qanûna Xebatê bê nûkirin, ji sedî 47 jî li hemberî vê derdikevin. Ji sedî 65 ê beşdaran jî dixwazin qanûn bi giranî were guhertin.
Pêşnûmeya ji aliyê hikûmeta Partiya Sosyalîst ve hat pêşkêşkirin, rastî nerazîbûna sendîkayan û gelek derdoran hatibû û ji ber van nerazîbûnan nirxandina pêşnûmeyê li parlamentê hatibû taloqkirin. Li gorî vê pêşnûmeyê derxistina karkeran ji kar tê hêsankirin û dema xebatê ya rojane dikare were dirêjkirin.
Gelek sendîka plan dikin ku di nava vê mehê de li hemberî pêşnûmeyê bikevin grevê û çalakiyan lidar bixin.