6 kes li Parîsê hatin binçavkirin
Li paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya lêpirsîna bûyera qetilkirina 129 kesan ji aliyê DAIŞ'ê ve, 6 kes hatin binçavkirin.
Li paytexta Fransa Parîsê, di çarçoveya lêpirsîna bûyera qetilkirina 129 kesan ji aliyê DAIŞ'ê ve, 6 kes hatin binçavkirin.
Li gorî nûçeyên di medya Fransayê de cih girtin, 6 kesên nêzî Omer Îsmaîl Mûstafayî yê welatiyê Fransayê, ku di komkujiya li Salona Konserê ya Bataclan de rola xwe heye, hatin binçavkirin.
Di nava kesên hatine binçavkirin de bav, bira û baltûza Mûstafayî jî hene.
DI WESAYÎTEKÊ DE KALAŞNÎKOV HATIN DÎTIN
Li aliyê din, danê vê sibehê li banliyoya Montreûîl a Parîsê, di wesayîteke bê xwedî de çekên kalaşnîkov hatin dîtin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên polîsan, wesayîteke reş a bi marka Seat li Montreûîlê bi awayekî bêxwedî hat dîtin. Polîsê Fransayê di wesayîtê de lêkolîn kirin û çekên bi tîpa kalaşnîkov dîtin.
Hat ragihandin, ku pêkane hin ji êrîşkaran reviya bin.