6'emîn kongreya PÇDK'ê destpê kir
6'emîn kongreya PÇDK'ê destpê kir
6'emîn kongreya PÇDK'ê destpê kir
6’emîn Kongreya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) bi beşdariya 200 delegeyan destpê kir. Ji hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê, endamên PÇDK’ê beşdar bûn.
6'emîn Kongreya PÇDK'ê îro saet 09.00'an li Kerkûkê bi deqîqeyek rêzgirtin û sirûda Ey Reqîb destpê kir. Piştre komîteya amadekar a kongreyê rapora xwe pêşkêş kir. Rapor ji aliyê mamosta Azad Şêxanî ve hat xwendin. Di raporê de wiha tê gotin: “Bi bawerbûna li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê û bajarê bi hev re jiyanê, bi awayekî azad û demokrat, Kongreya 6’emîn a partiya me weke kongreya 3’yemîn, 4’emîn û 5’emîn li bajarê Kerkûkê hat lidarxistin.”
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê PÇDK’ê Diyar Xerîb ve hat kirin.
Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) sala 2002’an hatiye damezirandin. PÇDK çend caran tevlî hilbijartinên Iraq û Herêma Kurdistanê bûye. PÇDK her du sal carekê kongreya xwe li dar dixe û heta niha 5 kongre li dar xistiye û îro jî 6’emîn kongreya PÇDK’ê tê lidarxistin û heta niha jî xebatên xwe didomîne.