44 Saziyên Êlihê: Bila tenduristiya Ocalan bê başkirin

44 Saziyên Êlihê: Bila tenduristiya Ocalan bê başkirin

44 rêxistinên civakî yên sivîl ên Êlihê dan xuyankirin ku, ew ji ber tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava fikaran de ne. Li ser navê 44 saziyan Serokê Odeya Tabîpan a Êlihê Dr. Mehmet Demir daxuyanî xwend û diyar kir ku, demek beriya demekê bila şertên tenduristiya Ocalan bên sererastkirin û got, "Tenduristiya Ocalan hemû Tirkiyeyê eleqedar dike."

Tevkarên Meclîsa Aşîtiyê ya Tirkiyeyê, ji bo şert û mercên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên sererastkirin û ji bo balê bikişînin ser pirsgirêkên li girtîgeha Îmraliyê, civîna çapemeniyê pêk anîn. Civîn li Salona Baroya Êlihê pêk hat. Di civînê de endamên Meclîsa Aştiyê amade bûn li ser navê 44 rêxistinên civakî Serokê Odeya Tabîban a Êlihê Dr. Mehmet Demir daxuyanî xwend. Demîr diyar kir ku, ev sed sale li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tê jiyandin û got ev pirsgirêk ji her demê bêtir nêzî çareseriyê bûye.

Demîr anî ziman ku, kesê rola sereke ji bo pirsgirêka Kurd dileyîze û vîna bihêz û samîmî yê daniye holê bila pirsgirêkên ciddî yên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bên başkirin û bi bîr xist ku Ocalan jî ji bo tenduristiya xwe heyetek serbixwe ya tabîban xwestiye.

Demîr destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ji bo bên çareserkirin di nava hewldanan de ye û wiha axivî: “Di dema girevên birçî bûnê de Ocalan carek din pêşiya gelek êşan girt. Di vê dem û pêvajoyê dîrokê de ku em tê de dijîn tenduristiya Brêz Ocalan hemû Tirkiyeyê û raya giştî eleqedar dike. Pêwîste hikûmet demek beriya demekê vê pirsgirêka li Îmraliyê çareser bike.” Demîr da zanîn ku, lazime heyetek serbixwe ya tabîban biçe Îmraliyê û di cih de pirsgirêk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareser bike.

44 SAZÎ CIH DIGIRIN

Saziyên ji bo tenduristiya Ocalan ku piştgiriya xwe destnîşan kirin wiha ne: “Baroya Êlihê, Odeya Tabîban, ÎHD, MAZLUM-DER, Odeya Dermansazan, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê, Sendîqeya Petrol-Îş, Egîtim Sen, SES, Tum Bel Sen, Haber Sen, BES, Enerjî Yapi Yol Sen, Kultur Sanat Sen, ESM, Tarim Orkam Sen, DÎVES, BTS, Genel-Îş, Haber Îş, Yol Îş Saglik Îş, Tes İş, Odeya Esnaf û Sanatkaran, Goç Der, Navenda Çanda Bihar, Odeya Çayxaneyan, Odeya Mînubîskaran, Yekîtiya Odeya Esnafan, TMMOB, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Esnaf Kefalet Kooperatifi, Ozgur-Der, BO-DER, DA-DER, Komela Heskîfê ya Jiyankirinê, Emeklîler-Der, Mîdyatlilar-Der, Komela Ahmedê Xanî, Komela Nasîn û Turîzmê ya Êlihê, Komela Çand û Hunerê ya Êlihê, Komela Hawirdorparêz Dildar a Êlihê, Weqfa Gul û SELÎS.”