4 kes li Amedê hatin binçavkirin
4 kes li Amedê hatin binçavkirin
4 kes li Amedê hatin binçavkirin
Li Amedê di serdegirtinên malan de hêjmara binçavkiriyan giha 4’an.
Hate diyarkirin ku, di serdegirtinên malan ên li Amedê de 3 kesên din jî hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtinên malan a li Taxa Kaynartepe xwedekara amadeyî Mizgîn Harman, ji taxa Huzurevlerî xwendekarê amadeyî Baran Harman û li taxa Fatîh jî zarokê binavê H.O hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku, Mizgîn Harman û Baran Harman birin Şaxa TEM’ê a Midûriyeta Polîsa ya Amedê, zarokê binavê H.O jî birin Şaxa Zarokan.
Îro sibheê polîsan li Taxa Fatîh ya navçeya Rezanê di ser malan de girtibû û ciwanê binavê Fikret Aktaş (19) binçavkiribû.