4 hezar girtî ji bo Kobanê di greva birçîbûnê de ne

4 hezar girtî ji bo Kobanê di greva birçîbûnê de ne

4 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li 92 girtîgehan, bi armanca piştevaniya Kobanê û şermezarkirina hevkariya AKP-DAIŞ'ê, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ji doza PKK û PAJK'ê nêzî 4 hezar girtî û hikumxwar, di greva birçîbûnê de ne. Greva birçîbûnê di 9'ê Cotmehê de ji aliyê girtiyên PAJK'î yên li Gebzeyê bi şêweyê bêdem-dorveger hat destpêkirin û ji 15'ê Cotmehê û vir ve girtiyên PKK û PAJK'î yên li 92 girtîgehan tevlî grevê bûn.

Beriya greva birçîbûnê li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyaniyek da û got, "Heta ku gefa qirkirinê li ser Kobanê dewam bike, heta ku hevkariya AKP-DAIŞ'ê dewam bike, heta ku hikûmeta AKP'ê korîdoreke alîkariyê ji bo Rojava veneke em ê çalakiya xwe dewam bikin û eger daxwazên me bicih neyê anîn em ê çalakiyên xwe bêtir radîkal bikin. Em weke girtiyên ji doza PAJK û PKK'ê didin xuyakirin ku di her şert û mercî de li cem gelê xwe yê berxwedêr, şervanên YPG û YPJ'ê ne û parçeyek ji vê berxwedanê ne. Bi armanca şermezarkirina hevkariya AKP-DAIŞ'ê, xemsariya hêzên navneteweyî û protestokirina helwesta dijminane ya polîsên AKP'ê li hemberî serhildanên gelê me, em dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dikin."

Kaya bang li malbatan û gel kir ku li her deverê bi serhildanên radîkal hevkariya AKP-DAIŞ'ê kifş bikin û tevlî berxwedana Kobanê bibin.