308 hefte ne li edaletê digerin
308 hefte ne li edaletê digerin
308 hefte ne li edaletê digerin
Dayikên Şemiyê yên ji bo xizmên xwe yên hatine qetilkirin û hatine windakirin lêgerîna edaletê didomînin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta Mehmet Omeroglu yê di 1994’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hate binçavkirin û piştre hate windakirin pirsî.
Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatine qetilkirin û hatine windakirin cara 308’emîn çalakî li dar xistin. Dayik dîsa li kolana Hunerê hate ba hev û “Albuma windayan” a wêneyên xizmên wan hene vekirin. Rêveberên MEYA-DER, ÎHD û Meclîsa Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiya vê hefteyê. Di çalakiya her hefte çîroka windayeke tê parvekirin de vê hefteyê, çîroka windakirina Mehmet Omeroglu yê di 1994’an de li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve bi zorê hate ragirtin û piştre jê agahî nehat wergirtin hate parvekirin.
Birayê Mehmet Omeroglu, Salîh Omeroglu axivî û wiha got: “Birayê min ajokarê teksiyê bû. Li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi kesek îli cem xwe ve ji aliyê endamên JÎTEM’ê ve hate binçavkirin. Piştre ew birin Qereqola Cendirmeyan a Botaşê. Em 20 sal in ji wî agahiyê nagirin. Em wekî kesên li vir edaletê digerin dixwazin der barê aqûbeta xizmên xwe de agahdar bin. Mirovên dewletê birayê min birin û wesayîta wî şewitandin. Ji wî rojê heta niha me agahî negirtiye. Em dizanin ku birayê min bi fermana fermandarekî cendirmeyan ê bi navê Alî hatiye qetilkirin. Wekî peywirdarê JÎTEM’ê yê wê demê dihat naskirin. Tekane daxwaza me ew e ku bila gorekî me hebe.”
Piştî axaftina Omeroglu endamê ÎHD’ê Abdulkerîm Pusat mafê axaftinê girt û diyar kir kul i vî welatî edalet winda bûye û ev tişt anî ziman: “Denê dayikên ku bi salan e edaletê digerin ji aliyê dewletê ve nehat bihîstin. Qereqola Botaşê bi bîrên asîtê û gorên tomerî tê zanîn. Di kolandinên beriya çend salan de li vir gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Lêb îrên asitê yên weke cihê gorên tomerî tên zanîn hê jî nehatine vekirin. Qereqola Cendirmeyan a Botaşê cihê gorên tomerî û hestiyan e.”
Pusat destnîşan kir ku divê edelat bi cih bê û wiha axivî: “Yên vî welatî rêve dibin, dozger û dadgerên li vî welatî edaletê pêk tîin divê mafên van mirovan bi cih bînin. Îro j îli welatê me xwîn diherike, dayik digirin. Heta edelat bi cih neyê ev xwîn û rondikên dayikan raneweste.”
Piştî axaftinan dîsa ji bo demeke kin çalakiya rûniştinê pêk hat û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.