27 jinên din ên ciwan tevlî YPJ’ê bûn

27 jinên din ên ciwan tevlî YPJ’ê bûn

Akadamiya Şehîd Şîlan a bîrdozî û leşkerî dewreyek perwerdê ya bi Navê Şehîd Evîn Dêrik li Tirbespiyê bi tevîlbûna 27 şervanên nû yên YPJ’ê bi dawî bû.

Tevlîbûna ciwanên Kurd a nava refên YPG û YPJ’ê her roja ku diçe, zêdetir dibe.  Akadamiya Şehîd Şîlan a bîrdozî û leşkerî dewreyek perwerdê ya bi Navê Şehîd Evîn Dêrik li Tirbespiyê bi tevîlbûna 27 şervanên nû yên YPJ’ê bi dawî bû. Dewreya perwerdeyê mehek berdewam kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Aryan Cûdî amade bû. Aryan Cûdî li ser pêşketinên YPG’ê û YPJ’ê li yên Rojava axivî û bal kişand ser berxwedaniya li Kobanê tê meşandin. Cûdî diyar kir ku divê gelê Kurdistanê bibin yek û li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bisekinin.

Piştre şervanan soz dan ku riya şehîdan bişopînin. Merasîm bi stranên şoreşgerî bi dawî bû.