20 birîndarên sivîl gihiştin Kobanê û jina ciwan jiyana xwe ji dest da
20 birîndarên sivîl gihiştin Kobanê û jina ciwan jiyana xwe ji dest da
20 birîndarên sivîl gihiştin Kobanê û jina ciwan jiyana xwe ji dest da
Ji 20 birîndarên gundên Girê Spî (Til Ebyed) zêdetir gihiştin Nexweşxaneya Emel a li Kobanê û jineke ciwan a 17 salî beriya bigihêje Kobanê jiyana xwe ji dest da.
Dr. Ebdo Derbûş ku bi ambulansa birîndar pê birin Kobanê re bû, diyar kir ku wan bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) 20 kesên birîndar ên sivîl ên gundên Girê Spî (Til Ebyed) ên ku rastî êrîşa çekdarên Eniya El-Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam ên El Qaîde hatibûn, rizgar kirine. Derbûş destnîşan kir ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Emel a Kobanê.
Derbûş der barê kesên birîndar bûne de ev agahî dan: “Di nava birîndaran de 6 kes ji malbatekê hebûn, rewşa 3 kesan ji wan xeter e, piştî ku ketin emeliyatê niha rewşa 2 ji wan baş bûye. Navê kesên birîndar bûne Îlyas Mistefa Xidirê 45 salî, jinek 55 salî, keça bi navê Dîlber a 17 salî beriya em bigihînin nexweşxaneyê şehîd ket. Ev tev ji gundê Xerabistan ê rojavayê Girê Spî (Til Ebyed) ne. Her wiha hate hînbûn ku di nava kesên birîndar de kesê bi navê Mistefa Mistefa Xidir, Birahîm Dehar Hisên, Welîd Mihemed Nesan û Kurdo Ehmed jî hene.
Li aliyê din jî hin ji birîndaran ji ANHA᾿yê re diyar kirin ku derdora 300 sivîl piraniya wan ji zarok û jinan pêk tê ji aliyê Eniya El-Nusra ve hatine revandin û aqubeta wan ne diyar e.
Bi sedan şêniyên Kobanê li ber nexweşxaneyê kom bûn û xwîn dan kesên ku ji aliyê çekdarên Eniya El-Nusra, Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam birîndar bûne.