2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin
2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin
2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin
Li rojhilatê Kobanê çeteyan xwestin bi 2 wesayîtên bombebarkirî li pey hev êrîşî bajêr bikin, lê şervanên YPG’ê her du wesayît ferq kirin û teqandin.
Çeteyên DAIŞ’ê saet di 18.20’an de li aliyê rojhilatê Kobanê hewl dan ku bi 2 wesayîtên bombebarkirî li pey hev êrîşî şervanên YPG’ê bikin. Lê şervanan bersiv dan û her du wesayîıtên wan ên bombebarkirî beriya ku bigihêjin hedefa xwe teqandin. Her wiha li eniya rojhilat çeteyan êrîşên xwe dijwartir kirin û şervanên YPG’ê bersiva wan dan.
Li herêmê şer û pevçûn bi dijwarî didomin. Li aliyê din çete êrîşên xwe yên bi topên hewanan jî li dijî bajêr berdewam dikin. Ji serê sibê ve heta niha nêzî 40 hewan avêtine bajêr.