2’mîn Konferansa Xwendekaran li Rimêlanê destpê kir

2’mîn Konferansa Xwendekaran li Rimêlanê destpê kir

Li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê, bi beşdariya 300 delegeyan 2’mîn Konferansa Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a herêma Cizîrê destpêkir. Konferans bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di Konferansê axaftina destpêkê ji aliyê Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk Ferhad Dêrik ve hate kirin. Dêrik destnîşan kir ku, ciwan hêza pêşeng a civakêne û wiha got “ Ciwan û jin hêza bingehîn a civakê ava dikin. Jiber vê jî sîstema deshilatdar herî zêde li ser ciwan û jinan lîstikan dike. Pêwîste li dijî şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin, em jî têkoşîn bidin.”

2’mîn Konferansa  Xwendekarên Kurd ên Welatparêz a herêma Cizîrê bi beşdariya 300 delegeyan, li bajaroka Rimêlan a Girkê Legê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Di konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Kordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk Ferhad Dêrik ve hate kirin. Dêrik destnîşan kir ku, ciwan hêza pêşeng a civakêne û wiha got “ Ciwan û jin hêza bingehîn a civakê ava dikin. Jiber vê jî sîstema desthilatdar herî zêde li ser ciwan û jinan lîstikan dike. Pêwîste li dijî şerê taybet ê li ser ciwanan tê meşandin, em jî têkoşîn bidin. Di qonaxa em derbaz dibin de rola xwendekaran serekeye. Pêwîste em baş bizanin ku ne rejîma Sûriyeyê û ne jî kesên dibêjin em opozîsyona Sûriyeyê ne jî hebûna herêmê Kurdan napejirînin. Lewre divê xwendekar ji her alî û bi taybet ji aliyê têkoşîna fikrî de xebatê xwe bi hêz bikin.”

Konferans bi xwendina raporên saluki yên herêmên Amûdê, Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Tiltemir û Dêrikê dewam kir û nîqaş bi berfirehî li ser raporan hate kirin. Her wiha rewşa siyasî ya herêmê hate nirxandin.

Salona Konferansê bi alên Desteya Bilind a Kurd, wêneyên kesên di nava têkoşîna gelê Kurd de jiyana xwe jidest dane, rewşenbîr û zanyarên Kurd hatibû xemilandin.

Konferans bi nirxandina xebat û bernamesaziya salê didome.