2 kesên ji sînor derbas bûn birîndar bûn
2 kesên ji sînor derbas bûn birîndar bûn
2 kesên ji sînor derbas bûn birîndar bûn
Jineke 55 salî û kurê wê, dema ji bajarokê Til Eranê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn mayin teqiya û di encamê de birîndar bûn.
Jina bi navê B.C. a 55 salî, duh bi şev saet di 23:00 de, li cihekî nêzî gundê Kurdo yê ser bi bajarokê Bilbilê yê Efrînê, bi kurê xwe re hewl dida ji sînor derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Lê belê, di dema derbasbûna wan de mayin teqiya û B.C. û kurê wê E.K. ê 28 salî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku B.C. a ji lingê xwe yê rastê birîndar bû, rewşa tenduristiya wê giran e û kurê wê jî ji her du lingên xwe bi sivikî birîndar bûye. Dê û kurê birîndar, ji aliyê welatiyên li herêmê ve rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li Efrînê.
B.C. hat emeliyatkirin, lê tê gotin ku rewşa tenduristiya wê hînê giran e.