2 kes li Wanê hatin binçavkirin

2 kes li Wanê hatin binçavkirin

Hate zanîn ku di mudaxeleya polîsan a li meşa DOKH'ê ya bi armanca "Şoreşa Rojava" silav bike li dar xist de 2 kes birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin.

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH)'ê şevê din li taxa Seyrantepe ya Wanê bi armanca "Şoreşa Rojava" silav bikin meşek li dar xist. Li herêmas Duzgolê polîsan êrîşî meşê kir. Piştî êrîşê polîsan bûyer derketin û di bûyeran de 2 kes birîndar bûn û Mehmet Bakir û kesekî din ê navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku 2 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.