19'emîn mîhrîcana Helbestên Kurdî hat lidarxistin

19'emîn mîhrîcana Helbestên Kurdî hat lidarxistin

Bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê mîhrîcaneke helbestê li dar xist.

Di çarçoveya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re, Yekîtiya Nivîskarên Kurd ên Sûriyeyê bi tevlîbûna gelek helbestvanên herêma Cizîrê duh li Salona Soparto ya bajarê Qamişlo mîhrîcaneke helbestê organîze kir.

Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre helbestvanan helbestên xwe pêşkêş kirin. Helbestvan Merwan Şêxî, Îsmaîl Kuşa, Zeyneb Xoce, Mihemed Revî, Zubêr Mahsûm, Ciwan Evdal, Mihemed Bêco, Şînda Ehmed, Elî Ehmed, Fayîz Ebdo û Ciwan Hemê helbestên ku li ser Kobanê nivîsandin pêşkêş kirin.

Mîhrîcan bi xwendina helbestan bi dawî bû.