160 welatiyên Kobanê birin salona sporê
160 welatiyên Kobanê birin salona sporê
160 welatiyên Kobanê birin salona sporê
Ji Kobanê 20 jê rojnameger 160 welatiyên ku beriya 4 rojan ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbasî Pirsûsê bûn hatin binçavkirin, piştî lêpirsînê birin Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê.
Lêpirsîna 20 jê rojnameger 160 welatiyên Kobanê beriya 4 rojan li Lîseya Fenê ya navçeya Pirsûsê ya Rihayê dihatin girtin bi dawî bû. Piştî lêpirsînê wetayên Kobanê ji wir hatin girtin û birin Salona Sporê ya Girtî ya Pirsûsê. Hate hînbûn ku agahiya dê welatî sibehê bên berdan dane parlamenterên HDP’ê yên bi Waliyê Rihayê re hevdîtinin pêk anîne, hatiye dayîn. Hate zanîn ku rojnameger û welatiyên Kobanê ji bo îşev bên berdan helwdanên HDP’iyan û rêxistinên sivîl ên civakî dê bidomin. Greva birçîbûnê ya kobaniyan didome.