15 ciwan tevlî YPG’ bûn
15 ciwan tevlî YPG’ bûn
15 ciwan tevlî YPG’ bûn
AkademIya Şehîd Xebat dewreyek nû li herêma Dêrikê bi navê dewreya Şehîd Diyar bi beşdarbûna 15 şervanan ji Yekîneyên Parastina Gel bi dawî kir.
Şervan di perwerdeyê de waneyên leşkerî û îdolojî dîtin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di merasîman de Fermandarê YPG’ê Reşîd Dêrik û dayîka cangorî Diyar amede bûn.
Dêrik li ser giringiya perwerdeyê û rola Ciwanan axaftinek kir. Dêrik berxwedana Kobanê nirxand . Piştre dayika Diyar axivî û got "Em dev ji doza şehîdên xwe bernadin."
Di dawiya merasîmê de bawernameyên şervanan hatin belavkirin û şervanan soz dan ku li ser rêya cangoriyan bimeşin.
Merasîm bi stranên şoreşgerî û komên govendê bi dawî bû.