124 Ciwan vegeriyan Kobanê
124 Ciwan vegeriyan Kobanê
124 Ciwan vegeriyan Kobanê
124 Ciwanên herêma Kobanê ku li Bakurê Kurdistanê dixebitîn vegeriyan Kobanê da ku herêma xwe ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê biparêzin.
Ji ber rewşa jiyanê ya dijwar gelek welatiyên herêma Kobanê çûbûn Bakur û Başûrê Kurdistanê û li gelek welatên cîhanê da ku bixebitin û malbatên xwe xwedî bikin.
Piştî ku êrîşên li dijî herêmê zêde bûn bi hezaran welatî vegeriyan, çek hilgirtin û berê xwe dan qadên berxwedanê da ku herêma xwe ji êrîşan biparêzin.
Di 3 rojên dawî de 124 ciwanên Kobanî ku li Bakurê Kurdistanê dixebitîn vegeriyan Kobanê. Ciwan û welatiyan piştî ku malbatên li cem xizmên xwe bi ewle bicih kirin, vegeriyan Kobanê û bersiva banga seferberiyê dan.
Di destpêkê de Yekîneyên Parastina Gel hatin ew perwerde kirin. Piştre berê xwe dan çeperên şer da ku li hemberî êrîşên çeteyan bisekinin.
Ciwanên ku vegeriyane anîn ziman ku ew dixwazin li rex 'Şervanên Parastina Namûsê' weke ku binav kirin, bisekinin û gotin ku YPG'ê wê serkeftinê ji berxwedana Kobanê re pêk bîne.