10 şervanên YPG’ê bimerasimekî biheybet hatin oxir kirin
10 şervanên YPG’ê bimerasimekî biheybet hatin oxir kirin
10 şervanên YPG’ê bimerasimekî biheybet hatin oxir kirin
Bi merasimek heybet 10 şervanê YPG’ê ku di şerê Çelaxa û Girkê Legê li jiyana xwe ji dest dan li bajarê Dêrikê bi beşdariya hezaran kesî ku ji hemû pêkhateyên herêmê hate lidarxistin.
Îro di demjimêrên piştî nîvro de bi hezaran gelê ji hemû pêkhateyên Rojavaya Kurdistan pêktê ji bo şervana YPJ᾿ê Şîlan Cûdî, şervanê YPG’ê Goran Dêrik Rêber Salih, Baran Koçer, Rêbaz, Mezlûm Dêrik, Xebat Dêrik, Ciwan Efrîn, Demhat Çilaxa û Murad Qamişlo ku jiyana xwe jidest dabûn, li ber nexweşxaneya bajarê Dêrikê kombûn. Cenazeyên 10 şervanê Yekîneyên Parastinê ên Jin (YPJ)’ê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG)’ê ji nexweşxanê cenazeyên hatin derxistin û bi karwanekî wesayîtan ber bi meydana Azadî ya Dêrikê ve birêkirin.
Dema derxistina cenazeyan dayîkên Kurd lorik û strananê li ser şehîdan digotin, birinc û gul li ser cenazeyan reşandin. Her wiha merasimek leşkerî ji aliyê YPJ’ê ve hatin hate lidarxistin.
Karwanên cenazeyên şervanên YPG᾿ê li ber nexweşxaneyê bi karwanekî wesayîtan û hate birêkirin û li pişt jî bi hezaran kes bi meşê dimeşiyan. Di nîvê rê de ciwanan cenaze ji wesayîtan daxistin û li ser milên ber bi Meydana Azadî ve birin. Girseya qelebalix bê navber siloganên “Bimire îxanet, Bijî berxwedana YPG, Bijî berxwedana YPJ û Şehîd namirin” qîrkirin. Her wiha pankartên li ser nivîsîbûn “Em berxwedana YPG û YPJ silav dikin, Em êrîşên komên çekdar şermezar dikin, Em bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG û YPJ û şehîdan ditewînin” vekirin.Girse heta Meydana Azadî meşiyan.
Li vir merasim bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Heso, Endama Yekîtiya Star Dicle Serêkaniyê, Endamê Komîteya Oldaran Şêx Mesûm, Qeşêyê Xiristiyanên li Dêrkê axivîn. Di axaftinana de hate gotin ku, gelê herêmê bi hev re di nav aşîtî û biratiyê de jiyan dike, her wiha berxwedana YPG᾿ê ku li dijî komên çekdar hate silavkirin.
Merasim bi xwendina sicîlên şervanê YPG᾿ê dom kir û belgeya şehadetê radestî malbatan hate kirin. Piştî cenazeyê şervanên YPG᾿ê bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve hate birêkirin û ji aliyê sedan endamên Asayîşên ên ku ji destpêka merasmê heta dawiya merasima gel diparastin hatin defin kirin.
Navê 10 şervanê YPG᾿ê ev in:
Rêber Salih, Baran Koçer, Rêbaz, Mazlûm Dêrik, Xebat Dêrik ên ku duh li gundê Siwêdîkê jiyana xwe ji dest dane û Ciwan Efrîn, Demhat Çilaxa, Goran Dêrik, Şîlan Cûdî, Murad Qamişlo yên ku di 17᾿ê Tîrmehê de li Çelaxa jiyana xwe ji dest dane.