1,1 mîlyon penaberan di sala 2015'an de xwe gihandin Elmanyayê
Hat îdîakirin, ku hejmara penaberên par xwe gihandine Elmanyayê 1,1 mîlyon e. Tê gotin ku rojane 1.500 het 3 hezar penaber ji eyaleta Bavyerayê dikevin nava Elmanyayê.

Rojnameya Saechsîche Zeîtûng, di nûçeya xwe ya li gorî agahiyên sîstema parvekirina penaberan di navbera eyaletan a bi navê EASY de ragihand, ku di nava 2015'an de 1 mîlyon 90 hezar 894 penaber derbasî nava Elmanyayê bûne. Hat tespîtkirin ku piraniya penaberan di ser eyaleta Bavyera ya li ser sînorê Awûstûryayê derbasî Elmanyayê bûne. Li gorî agahiyan di meha Kanûnê de 127 hezar, di meha Mijdarê de jî 206 hezar penaber derbas bûne.
Di daneyên EASY de, ku li hejmarên çend roj berê yên Hikûmeta Eyaleta Bavyera aşkere kir re tê, têkildarî kesên derbasî nava welêt bûne, lê di nava vê sîstemê de nînin, agahî nayê dayîn. Her wiha tê gotin ku pêkane hin penaber li gelek nuqteyên Elmanyayê, gelek caran hatibin qeydkirin. Lê ev hejmar jî nehatiye zelalkirin.
Wezareta Karên Hundir a Federal jî li ser hejmara penaberên di sîstema bi navê EASY de hatine qeydkirin ti daxuyanî neda. Tê payîn ku Daîreya Penaberan û Koçê ya Federal (BAMF) a ser bi Wezareta Karên Hundir di nava hefteyê de li ser hejmara serlêdanên penaberiyê daxuyaniyekê bide. Li gorî daneyên BAMF'ê heta meha Mijdarê hejmara penaberên serlêdan kirin, 425 hezar bûn.
Tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî tê gotin ku ji sînorê Awûstûryayê pêla penaberan a ber bi Elmanyayê ve diherike, dewam dike.