Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Talîban êrişî balafirgeha li paytexta Kabîlê kir

Talîban êrişî balafirgeha li paytexta Kabîlê kir

Li paytexta Efganîstan Kabîlê, di encama êrişeke li balafirgehê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Efganîstanê, komeke çekdar bi çekên giran û bazûkayan êrişî balafirgeha paytext Kabîlê kirin.

Rayedarên Efgan dan xuyakirin êriş ji avahiyeke pênc qatî ya nû tê çêkirin, hatiye kirin û di encamê de 7 milîtanên tevlî êrişê bûne jiyana xwe ji dest dane. 

Rayedar diyar kir, ku pênc ji milîtanan di dma operasyona hêzên ewlekariyê de û du jê jî, ji ber teqîna teqemeniyên di dest de, jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî nûçeya AFP'ê, berpirsyariya êrişa saet di 4 û nîvê sibê de, Talîbanê girtiye ser milê xwe.