Fermandariya Hêzên Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (CENCTOM) ragihand ku li hemberî hêzên deryayî, fuze, depoyên balafirên bêmirov, navendên şopandina peravî û sîstemên parastina hewayî yên li Îranê êrişeke nû ya hewayî pêk anîn.
CENTCOM'ê ragihand ku êriş ji bo lawazkirina kapasîteya Îranê ya gefxwarina li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmuzê hatiye kirin.
HÛSIYAN ÊRIŞ BIRIN SER TANKERÊN SIÛDÎ
Hûsiyên li Yemenê yên ku piştgiriyê ji Îranê werdigirin, ragihandin ku li Derya Sor êriş birine ser du tankerên petrolê yên bi navê Encelia û Laylayê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistna Siûdî SPA'yê jî ragihand ku ji ber êrişê agir bi serê keştiyê ketiye, lê belê tiştek bi personelên keştiya Encelia nehatiye.
ÎRAN: TENGAVA HURMUZÊ WÊ GIRTÎ BIMÎNE
Muxafizên Şoreşê yên Îranê diyar kirin ku sê tankerên petrolê yên hewl didan ji Tengava Hurmuzê derbas bibin hatin rawestandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî teqîn û şewata li yek ji tankeran du keştî vegeriyan û hate ragihandin ku heta operasyonên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Yên li herêmê dewam bikin wê Tengava Hurmuzê bi temamî girtî bimîne.
PARASTINA HEWAYÎ YA KÛWEYTÊ DI DEWRÊ DE YE
Artêşa Kûweytê jî diyar kir ku balafirên bê mirov ên êriş dibirin ser welatê wan bi sîstemên parastina hewayî hatin astengkirin.
Rayedaran ragihandin ku dengê teqînê ji ber ketina balafirên bêmirov e.
JI MECLÎSA NÛNERAN A DYE'YÊ BUDÇEYA ŞER
Meclîsa Nûneran a DYE'yê budçeya 95 milyar dolarî ya Pentagonê ku bi giranî ji bo fînansekirina operasyonên leşkerî yên li hemberî Îranê wê bê bikaranîn, li hemberî 214 dengên na bi 216 dengên erê qebûl kir. Pêşnûme wê pêşkêşî erêkirina Senatoyê bê kirin.