Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Serokê AKPM’ê dê bê Enqereyê

Serokê AKPM’ê dê bê Enqereyê

Serokê Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê (AKPM) Jean Claude Mîgnon dê di navbera 13-15 Gulanê de bê Enqereyê.

Mîgnon di serda xwe ya Enqereyê de bi serokomar Abdullah Gul, serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, serokê TBMM, wezîrê karê derve, wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtinan bike.

Ev serdan balkêşe ku piştî  AKPM’ê rapora Tirkiyeyê qebûl kiriye û pêvajoya vekişîna gerîla pêk tê. AKPM’ê di 23’ê Nîsanê de rapora Tirkiyeyê qebûl kir û di têgeha ‘terorîst’ a bo PKK’ê derxist û îfadeya ‘aktîvîstên PKK’ê’ bikaranîbû. Di raporê de bo Ocalan jî ‘Rêberê PKK’ê’ bikaranî bû.

Mîgnon di 22’ê Adarê de li Parîsê ji bo hikûmeta Tirk daxuyaniyek nivîskî da û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hewdanên Ocalan girîng dîtibû. Mîgnon wiha got: “Ji bo ku Tirkiye pêşve biçe divê ev hevdîtin kurtir bibin û bidomin.

Mîgnon da zanîn ku divê êdî Tirkiye di vê mijarê de hamleyeke peşveçûyî bike. Her wiha Mîgnon ji bo kujerên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bê dîtin jî bang kir.