Li Pakistanê karsazek bû serokdewlet

Li Pakistanê karsazek bû serokdewlet

Di hilbijartinên serokkomariyê yên îro li Pakistanê pêk hatin, karsazê bi navê Mamnun Huseyîn bi ser ket. Huseyîn ê ji Yekîtiya Mislimanan a partiya Newaz Şerîf bibû endam, li Hindistanê hatiye dunyayê û bi karê tekstîlê re mijûl dibe. Huseyîn,  ji aliyê senato û parlamentoyê ve wek serokdewlet hat hilbijartin.  Mamnun Huseyîn, beriya ku bibe parlamenter li herêma Karaçî Serokatiya Odeya Bazirganiyê dikir.