Nûçeya Lezgîn: ‘Ji bo gelê Kurd wê li NY’ê statuya neteweya çavdêr were xwestin’

Li Îtalyayê îtîfaqa çepgir bi ser ket

Li Îtalyayê îtîfaqa çepgir bi ser ket

Li encama hilbijartinên li Îtalyayê pêk hatin de eniya çepgir a bi pêşengiya Serokê Partiya Demokrat Pier Luigi Bersani bi ser ket. Li gorî venêrîna sindoqên hilbijaritnê Partiya Demokratîk ji sedî 34’ê dengan wergirt û bi ser ket.

Eniya rastgir a bi pêşengiya Serokwezîrê berê Silvio Berlusconi yê ku her tim bi skandalan dihate rojevê, ji sedî 29’ê dengan bi dest xist û bû duwemîn.

Eniya navendî-lîberal a bi pêşengiya Serokwezîr Mario Monti jî li jêra ji sedî 10’ê dengan ma. Tevgera 5 Stêrkan a bi pêşengiya hunermend Beppe Grillo jî serkeftineke mezin bi dest xist û ji sedî 19’ê dengan bi dest xist.