Li Hindistanê pevçûna Hindû û Mislimanan: 28 kes mirin

Li Hindistanê pevçûna Hindû û Mislimanan: 28 kes mirin

Li bajarê Hindistanê Muzaffarnagarayê  Hindû û Misliman pev çûn. Di encama pevçûnê de 28 kes mirin.

Hêzên Ewlehiya Hindistanê  diyar kirin ku dawiya hefteyê li eyaleta Uttar Pradeşê gundên ku nêzîkî Muzaffarnagarê di navbara Hindû û Mislimanan de pevçûn çêbûne. Di pevçûnan de 28 kes mirin û gelek kes birîndar bûn û hinek jî winda ne.

 Piştî pevçûnan li herêmê derketina kolanan hat qedexekirin.